Bangawaziya dîrokî hate kirin û bandoreke zêdetirî texmînan kir. Piştî maratoneke bi tempoyeke bilind a 52 salan, di 27’ê Sibata 2025’an de qonaxeke nû dest pê kir. Bi şiyara ‘Ev ne nuxteya dawî ye, destpêkek nû ye’ rêyeke nû hate vekirin.
Piştî Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk tevgerbûneke siyasî çêbû; bi qasî vê, dînamîkên civakî, di serî de civaka Kurd, bi destpêkirina bandora herêmî û global wê pêl bi pêl veguherin sîstemên şaristaniya demokratik. Hewce dike em ji niha de balê bikişînin li ser vê mijarê. Pêvajoyên civaka dîrokî nîşan dane ku her yekeya civakî ya li gel pêkhateya sosyolojîk xwediyê aheng e û hêvî dide, hebûna xwe zêde kiriye, globalîze bûye û bi vî şiklî hem xwe parastiye û hem jî ji bo çêbûna şaristaniyên nû bûye çavkanî.
Bêguman, divê bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk, li gel xwendina pênc Paraznameyên dawî yên Rêber Apo werin fêmkirin. Ji ber ku Paraznameyên Rêber Apo, vediguherin materyalên hê şênber. Lewra di felsefeya avabûnê ya van materyalan de daneheva dîrokî, sosyolojik, zanistî û entellektuel heye. Ji ber vê sedemê gelek derdor îro, ji ber ku pêşketinan bi zêhniyeta dîrokî-civakî nanirxînin, nirxandinên teng, şiklî û serasera kirine û bêyî ku fêm bikin hin pêşdarêzên xwe diyar kirine.
Fikrên Rêber Apo ne teoriyeke cemid e. Teoriyeke timî bi pêş dikeve, diguhere-vediguhere û bi jiyanê re di nava hev de ye. Di rastiya xwe de divê ev, bi karektera Rêber Apo ku wekî lêgera azadiya mitlaq tê îfadekirin a di zarokatiya wî de dest pê kiriye û heya bi roja me ya îro hatiye, li gel hev were bidestgirtin. Ti hêzê, astengê, paşverûtiyê û amûrê, nekariye Wî ji lêgera azadiyê dûr bixe û tempoya Wî ya di vê oxirê de kêm bike. Ruxmî ku hemû bûyer bi rêyeke dijber ve herikîne, tenê kêliyekê jî teredut nekiriye, dudil nebûye, gilî û gazinc nekiriye û negotiye ‘ji min evqas’. Ji ber wê yekê, yên dixwazin Wî bixin nava çarçoveyeke sînordar, ji Wî kêm fêm dikin yan jî tenê ji Wî hin tiştên sînordar didin li pêş, bi rastî timî cewhera Wî nedîtine. Her wiha Rêber Apo ne tenê kesayetiyekî polîtîk û leşkerî ye, di heman demê de fîlozofekî entellektuel e, lêgervanekî azadiya mitlaq û kesayetiyekî çalakvan e. Ji ber vê yekê projeyên Wî, xwe naspêrin tewazinên siyasî yên rojane, modelên sîstemên klasik yan jî şiklê fikrandina hiyerarşîk, berewajî, xwe dispêrin guherîn-veguherînên civakî dîrokî. Kesên ku ji vê kûrbûn û perspektîfê fêm nakin, yan teslîmî sîstemên heyî dibin yan jî di nava îdealîzmek ku ji guherîn-veguherînên dîrokî û sosyolojik qut, asê dimînin.
Ji ber vê yekê, hewce dike Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk, li gel Paraznameyan, wekî ku hev temam bikin were nirxandin-xwendin, were nîqaşkirin û were fêmkirin. Hewce dike bi taybetî têgeha Aştî û Civaka Demokratîk, bi Paraznameya V. re were bidestgirtin. Ji beriya ku em nêrîna xwe ya li ser Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk bi Paraznameyan re girtina dest bînin ziman, hewce dike çend mijarên li ser pêvajoyê werin zelalkirin.
Pêşveçûna Pêvajoye û Bingehên ku Xwe Dispêrê
Cewhera bangawaziyê; wê bibe zemîna guherîn-veguherîna civakî, bibe zemîna veguherîn û ji nûve avabûna her du aliyan. Ev bangawazî, pêşniyara veguherîneke wisa ye ku wê PKK’ê ji nû ve xwe ava bike û li şûna têkoşîna çêkdarî, têkoşîna demokratîk siyasî bide pêş. Yanî divê dewlet rêyên siyaseta demokratik veke, ji bo nasname, bawerî, çand û azadiyên curbicur xwe bi rêxistin bikin şert û mercan biafirîne, vê yekê taahut bike.
Di maneyekê de ew bangawazî tê kirin ku siyasetên yekperest, navendperest û înkarker ên Komarê werin lêpirsîn û Komar, wekî ku guherîn û veguherînê bi xwe re çêbike, ji nû ve xwe ava bike. Yanî cewhera vî karî, ne tenê sekinandina têkoşîna çekdarî ye, di heman demê de dike hedef ku ev nêzîkbûna înkarker, yekperest were redkirin û rastiya xwe ji xwe re îtiraf bike. Ji ber vê yekê, tê maneya reddiyeya li dijî nêzîkbûna yekperest a dewletê jî.
Li Gorî Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk, Pêvajoya Guherînê
PKK’ê di asta teorî, program, stratejî û taktik de di binê bandora modela sosyalîzma real de bi pêş ket. Ji aliyê rêxistinî û têkoşînê ve PKK’ê xwe dispart feraseta partiya navendperest û pêşeng a ku pêvajoya têkoşînek ku şidetê dide li pêş. Ruxmî vê rastiyê, aliyên xweser ên PKK’ê hebûne, bi şiklekî ku ji şer û ji hin pêvajoyan azade be, timî li gel pêvajoyên ji nû ve înşaabûnê û guherîn û veguherînê di nava hev de bûye. Maneya vî tiştê ku jê re ‘azadebûna ji pêvajoyê’ tê gotin ev e; tevgera azadiyê timî li gorî demê, li gorî demên nû bi dînamîkên xwe yên hindurîn di nava liv û tevgereke guherîn û veguherînê de bûye. Di sala 1986’an de di maneya îdeolojîk de ji derveyê feraseta sosyalîzma real, dahûrandinê li ser azadiya jinê xistiye navenda xwe; ji derveyê nêzîkbûna materyalîzma çors pirsgirêka olî wekî heqîqateke civakî girtiye dest. Ev hewldanên wê di heman demê de ji bo hewcadariya bi nûbûnê ya sosyalîzmê, bûne nîşaneyên herî esasî. Pêvajoya ku bi agirbesta sala 1993’an dest pê kiriye, hemleyên guherînê yên bi Kongreya PKK’ê ya di sala 1995’an de, wekî gavên pêvajoyên guherînê hatine bi destgirtin. Piştî 2000’î li gorî sîstema modernîteya demokratik guherîna avaniya rêxistinî û xeta têkoşînê ya PKK’ê, gav bi gav hemleyên guherînê yên program û stratejiyê û rewşa feshkirina PKK’ê, bûye lûtkeyê van pêvajoyan. Hedefa PKK’ê ew bûye ku li gorî stratejiya modernîteya demokratik û amûrên wê yên têkoşînê, guherîn û veguherînê bi xwe re çêbike; lê belê ev hemle bi temamî nehatiye biserxistin. Ev pêvajoyên guherîn û veguherînê, ji ber tasfiyegeriya hindurîn, nevekirîbûna pêşiya siyaseta demokratik û nebûna li ser kar a Rêber Apo, negihaştiye armanca xwe. Her wiha her çendî pêvajoya ji nû ve înşabûna PKK û pêvajoya siyaseta demokratik di nava hev de bibin jî, ne rewşeke nû ye; berewajî, li pey vê perspektîfa veguherînê, daneheveke kûr a îdeolojîk, teorîk û tecrûbeyeke pratîk heye. Pêvajoyên ji nû ve înşabûna PKK’ê, encameke bivê-navê ya dîrokî, sosyolojik, felsefîk û îdeolojîk e; hewce dike bi vî şiklî were dîtin. Ji ber vê yekê, pêvajoya ji nû ve înşaa û guherînê ya PKK’ê, dînamîkek hindurîn û îhtiyaca ji bo pêvajoya nû ye. Ev guherîn û veguherîn, tenê dikare bi pêşengiya pratîkî ya Rêber Apo, pêkwere.
Ji Aliyê Dîrokî Ve Têkiliyên Kurd û Tirkan
Têkiliyên Kurd û Tirkan, di çarçoyeke dîrokî ya hezar salî de çawa şikil girtiye; di vê zanebûnê de bûyîn, wê ji bo roja me ya îro bibe perspektîf. Ji beriya her tiştî, ev tifaqên hatine avakirin, bi razîbûna her du aliyan û li derdora berjewendiyên hevbeş şikil girtine. Qonaxa destpêkê ya vê tifaqê, bi ketina Anatoliyê ya Tirkan dest pê kiriye. Di encama ku li dijî Bîzans tifaqek hevbeş hatiye avakirin de Împaratoriya Bîzansî têkçûye. Di vê derê de Kurdan, di sîstema çêbûye de bi xweseriya xwe parastinê, hebûna xwe domandine. Qonaxa duyemîn, serdema Yavuz e. Bingeha împaratoriya Osmanî, girêdayî bi pêşketina tifaqa Kurd û Tirkan e. Serdema împaratoriyê ya Osmanî, hebûna xwe deyndarî tifaqa hatiye avakirin e; Kurdan di vê serdemê de xweserşiya xweseriya xwe bi pêş xistine û xistine binê parastinê. Qonaxa duyemîn, serdema avabûna Komarê ye. Têkoşîna rizgariya neteweyî ku li dijî hêzên ku erdên Osmanî parve kiribûn hatiye meşandin e. Pêvajoya tifaqa Kurd û Tirkan ku Atatürk, ne li Antalya û İzmîr, bi kongreyên Sêwas û Erzerom ava kiriye, bûye bingeha avakirina Komarê. Di her sê qonaxan de têkiliyên Kurd û Tirkan, zêdetirî hevkariyeke siyasî, heqîqateke civakî û stratejik û hevbeşiya çarenûsê ye. Di pêvajoya avakirina Komarê de stratejiya ji bo Kurdan xweserî û jiyana hevpar, bi formûlên netewe-dewletê yên yekperest, navendperest, hemrengkirinê hatiye înkarkirin; pêvajoya tê zanîn a nazik a deformebûnê dest pê kiriye. Niha jî qonaxa çaremîn, ku qonaxeke dîrokî ya nû ye tê jiyîn. Pêvajoya ku em, bi destpêkirina pêvajoya ji nû ve dizayna Rojhilata Navîn ketinê, qonaxa çaremîn e. Felsefeya derbasbûn û ji nû ve înşabûnê ya vê qonaxa çaremîn, ji ber ku bê Kurd e krîzeke pir cidî dijî. Ev ruhê ku di pêvajoyên dîrokî yên civakî de, hemû qonaxên dîrokî bi hev re pêşwazî kirine û bi hev re derbas kirine, li pêşberî pêvajoya nû dipengize; bûye çavkaniya hemû krîzan û ketiye rewşa ku bibe sedema hilweşîn û têkçûna dewletê.
Têkiliyên Kurd û Tirkan ji aliyê dîrokî ve bi giştî 200 salên dawî û bi taybetî jî, ji ber neteweperestî, yekperestî, netewe-dewlet, endustriyalîzm û sîstema feydeya zêde zêde ya kapîtalîzma 100 salî, têk çûne. Pratîkên ku piştî pêvajoya Komarê di encama polîtîkayên yekperest, homojenkirinê de bi pêş ketinê yên wekî înkar, tepisandin, ji xwe nehesibandin, dijmin hesibandin, bi nijadkujiya siyasî, çandî û fîzîkî helandin, tasfiye kirin, di serî de ji bo tifaqa Kurdan di navbera gelan de dîwarên hişmendî, rûhî û fîzîkî ava kirine. Ji nû ve avakirin û zindîkirina van têkiliyên ku bi têkiliyên dîrokî hatine avakirin ên ketine rewşeke pir nazik û xirabûyî, tenê girêdayî bi rêza ku gel ji bo nasname, bawerî û xwe bi rêxistinê nîşan bidin, girêdayî bi hê zêde bi pêşxistina sîstemeke demokratik e. Li Rojhilata Navîn ruxmî pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina herêmê, ji nû ve zindîkirina vî ruhî û li dijî vê rêbaza berxwedanê, bi rêza ji bo mafên dîrokî yên gelê Kurd dikare were sererastkirin û serkeftî bibe. Her wiha perspektîfa dîrokî ku Rêber Apo bi pêş xistiye, tenê bi bîrxistina tifaqên di demên borî de sînordar namîne, dest nîşan dike ku ev mesafeyê dirêj ê înkarê ku ketiye navberê, wê çawa ji holê were rakirin û di heman demê de ev tifaq ji aliyê civakî ve çawa ji nû ve were avakirin û were hilgirtin pêşerojê.
Ji nû ve fikrîna civaka demokratîk
Netewe-dewlet, federasyon û xweseriyê îdarî
Di seranserê dîrokê de îqtidar û dewletê, bi şiklê formên cuda yên rêveberiyê hebûna xwe daye domandin. Qraltî, împaratorî, xanedanî, mîrîtî û pêkhateyên wekî derebegan, di serdema modern de wekî netewe-dewlet, federasyon û xweseriyên îdarî lê hatine. Lê belê van guherînan, mantiqa rêveberiyê ji binî de neguhertiye. Civak timî ji aliyê pêkhateyeke rêveber ve tê organîzekirin, tê beralîkirin û tê kontrolkirin. Desthilatdariyan, timî bi van forman xwe nû kirine, ruxmî şertûmercên hatine guherîn timî cewhera xwe parastine. Bêguman di nermbûna sîstemên dewletdar de, bandoreke mezin a têkoşîna gelan hebûye. Lê nikare were gotin ku gel û hêzên bindest, zêhniyeta desthilatdar û dewletan ji hev xistiye û daye derbaskirin. Hem têkoşînên sosyalist, hem têkoşînên neteweyî, hem têkoşînên çînî û hem jî têkoşînên çandî, pirsa ku wê civak çawa xwe bi rêve bibe, bi şiklekî monoton û timî di ser pêkhate û formên heyî re nîqaş kirine; her wiha di encamê de pêşketina şiklên rêveberiyên alternatîf hatiye astengkirin.
Modelên netewe-dewlet, federasyon û xweseriya îdarî, formên rêveberiyê ne ku ji aliyê sîstêmên siyasî yên di 200 salên dawiyê de hatine derxistin holê. Ji derveyê van forman zêde li ser bijartekên cuda nehatiye fikirîn. Ji ber vê yekê, ev form, şiklên sazîbûyî yên desthilatdariyan in, yanî bedenên cuda cuda yên zêhniyetên netewe-dewletê ne. Nuxteya hevbeş a van modelan ew e ku mijarên wekî li hevparvekirina derfet û selehayitan, parastina sîstemê dixin binê taahakuma çîn û beşeke civakî û ji bo civakê şiklê demokrasiyê ya rasterast tevlîbûnê û dînamîkên xwe bi rêvebirinê diavêjin plana duyemîn, esas digirin ku civakê bi rêya grûbên rêveber ên diyar îdare bikin. Dixwaze bila netewe-dewleta navendî be, dixwaze bila federasyon be, hemûyan di cewhera xwe de di nava formasyonên dewletê de şikil girtine û hêza pêşketinê ya navxweyî ya civaka demokratik nadin derve. Vaye Rêber Apo îdîa dike; bi şiklê ku xwe bispêre sosyolojiya civaka dîrokî, ji derveyê van forman, dibe ku modelên rêveberiyê yên cuda bi pêş bikevin. Dixwaze di çarçoveya stratejiya modernîteya demokratik, şaristaniya demokratik de, modela rêveberiya demokratik ku bi sosyolojiya civaka dîrokî re bi aheng e û xweserî xwe ye, bi pêş bixe. Dixwaze şiklên rêveberiya cewherî ku di çarçoveya zagonên pêşketina hindurîn a civakan de hene, li gorî pêvajoya nû sererast bike, bi pêş bixe. Her wiha dixwaze amûrên herî paqij ên xwe gihandina armancê ne, ji vî aliyî ve bi pêş bixe.
Ji ber ku sîstema heyî û amûrên wê, di binê bandorên kûr ên hişmendiya desthilatdarî û dewletê de nû û formên wê ne, şiklên alternatîf ên rêveberiyê pêşniyar dike. Lê belê di du sed salên dawî de û bi taybet jî di çaryeka dawî ya sedsalê de, bi piranî tevger û daxwazên civakî di nava vê formê de li çareseriyan geriyane. Ji ber ku qalibên fikrî yên bi navend dewlet, ev demeke pir dirêj e serwer e, di navbera dewlet, demokrasî u civakê de wekî ku girêdaneke ontolojik hebe tê hesabkirin. Her wiha hebûna civakê wekî hebûna dewletê hatiye fêmkirin, fikra ku civak dikare bêyî dewlet hebe ji holê rabûye, bêdewletbûn û derketina ji derveyê formên wê wekî mayina ji derveyê dîrokê hatiye dîtin. Ji ber ku di nava van formatan de li bijartekên siyasî yên mitlaq û çareseriyên meylên neteweyî û neteweperest geriyane, şiklên rêveberiyên alternatîf xeyal kirin û kapasîteya derketina ji derveyê vê zêhniyetê hatiye sînordarkirin. Jixwe pêkhateyên wekî xweseriyên îdarî û federasyon, bi piranî nasnameyên diyar yan jî civatên diyar di çarçoveyeke hatiye sînordarkirin de pênase dike û şiklekî rêveberiyê pêşkeş dike. Lê civak ne tenê pêkhateyên ku xwe dispêrin bingeheke çandî, etnîkî û çînî ne; pêkhateyên bi pir alî ne û ferq û cudahiyên pirrengî dihewînin. Ji ber vê yekê jî, hewce dike ji bo sîstema girêdayî bi civaka demokratik, modelên rêvebirinê jî li gel van heqîqetan ahengdar bin. Bi perspektîfa civak û sosyolojiya dîrokî, rêbaz û rêya vê, encax dikare hemû heqîqat were fêmkirin. Naxwe xuya ye ku dahûrandinên li ser civakê ku xwe dispêre bingeheke teolojik, çînî, liberal û çandperest (kulturalîst), sosyolojiya civaka dîrokî nahewîne, modelên çareseriyê yên derketine holê ji ber vê sedemê nabin çareserî; ev ji rastiyên ku di encama pêvajoya dîrokî ya pênc hezar salî de derketine holê tê fêmkirin.
Sîstema Xwerêveberiya Demokratîk
Paradîgmaya Rêber Apo li ser esasê hişmendiyeke demoratîk şikil girtiye. Ji bo ku di çarçoveya paradîgmal de ev sîstem pratîze bibe, amûrên rêveberiya cewherî ya demokratik bi pêş xistiye. Rêber Apo, modelên rêveberiya cewherî ya demokratik-beşdarvan ku bi dînamîkên hindurîn bi pêş dikevin, amûrên hişmendî yên serdestîperest red dikin û ji xwecihî xwe bi rêxistin dikin, diparêze. Rêveberiya cewherî, ji xwe re bingeh digire ku civak bi dînamîkên xwe yên hindurîn tevlî pêvajoya rêveberiyê bibe. Feraseta civaka dîrokî, bi hebûna vê rêveberiya cewherî ve şikil girtiye. Her ku kapasîteya rêveberiya cewherî ya civakê bi pêş ket, bandora hişmendiya desthilatdariyê zeyif dibe. Lewra desthilatdarî ne tenê sazî yan jî pêkhateyeke dewletê ye, diyardeyeke wisa ye ku di heman demê de tevî amûrên xwe, di têkiliyên civakî de, di zanebûnê de û di alimandinan de rayê xwe kûr ajotiye. Ji ber vê yekê, înşaaya hişmendiya demokratik û înşaaya mekanîzmayên rêveberiya cewherî, timî di nava guherîn û veguherînekê de bûne.
Divê rexneyên Rêber Apo yên li dijî şiklên rêveberiyên di Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk de baş werin fêmkirin. Di vî derê de pirsgirêka esasî ne ew e ku modelek amade ya rêveberiyê were redkirin yan na, rê û rêbazek were pêşkeşkirin da ku civak karibe bi dînamîkên xwe yên hindurîn ji bo xwe, şiklekî rêveberiya cewherî bi pêş bixe. Di dîrokê de têra xwe hatiye pişrastkirin ku şiklên rêveberiyê ne diyardeyeke ‘ji derve’ ne; dînamîkek hindurîn a rêxistinbûna civakê ne. Ji ber vê yekê, civakên demokratik tenê dikare bi şiklê ku saziyên xwe yên rêveberiya cewherî çêbike û bêyî ku bi pêkhateyên navendî û yekperest ve girêdayî be, rasterast tevlî pêvajoyên biryarê bibe, werin avakirin. Her wiha divê şiklên rêveberiya cewherî, ne ji aliyê otorîteyeke derve were diyarkirin, dînamêkên hindur şiklê rêxistinbûna xwe bi xwe diyar bikin. Rêber Apo, vaye rê û rêbaza vê pêvajoyê dadixe holê, îfade dike ku divê modelên rêveberiyê yên li gel xwezaya civakî bi aheng werin bipêşxistin. Ev jî di maneya paradigmaya civaka demokratik de, eger ew bi xwe saziyên xwe yên rêveberiya cewherî pêk bîne û bêyî ku bi dewlet-desthilatdariyê ve girêdayî be rasterast di pêvajoyên biryargirtinê de cihê xwe bigire, mimkun dibe. Ji bo ku rastiya yekpare ya civakan were tahlîlkirin û şiklê rêveberiyê were formûlekirin, dide hewcekirin ku li form û amûrên heyî yên dewletdar were derbaskirin. Ji ber vê yekê jî, amûrên wekî xweseriya îdarî yan jî federasyon ji ber ku dînamîkên bingehîn ên civaka demokratîk bi temamî pêşwazî nakin, wekî çareserî lê nanêre. Naxwe Rêber Apo, ji binî de ne li dijî amûrên wekî federasyon û xweseriya îdarî ye.
Rêber Apo destnîşan dike ku bi carekî ji holê rakirina avaniyên dewletî ne rasteqîn e, li şûna vê pêwîstî bi rêxistinkirina rêveberiya cewherî ya civakî û berdewamiya pêvajoya tekoşînê heye. Ji ber vê sedemê, modelên ku navendîparêziyê dişkêne, rêveberiyên herêmî teşwîq dike, tekparêziyê red dike û xwe dispêre cihêrengiyê ji bo dema derbasbûnê dikarin bêne nirxandin. Rêber Apo pêşniyar dike ku hinek sîstemên rêvebiriyên herêmî yên li Ewropa û mekanîzmayên ku rasterast tevlîbûna gel a rêveberiyê teşwîq dikin bêne lêkolînkirin. Her çiqas ev model bi tevahî rêveberiyên cewherî yên demokratîk nîn bin jî ji ber ku navendîparêzî û tekparêziyê lewaz dikin, dikarin ji bo pêşxistina demokrasiya hêrêmî weke formeke navber ango amûrekî bi kêr bên.
Modelên Rêveberiyên Herêmî Yên Ewrûpa Û Rêveberiya Cewherî
Rêber Apo di Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk de xala xweseriya îdarî rexne dike. Avaniyên îdarî, yek ji fonksiyonên bingehîn ên xebitîna dewletê ne. Lewra têgeha îdarî, tê wateya bingeh, aqilê damezrandin û zêdehiya dewletê. Avaniyên îdarî, bi amûrên pir cuda re xwe dispêrin parastina mafên serwerî û otorîteyê. Xweseriya îdarî, weke avaniyeke rêveberiyê derdikeve holê û xwe dispêre parvekirin û parastina derfetên dewletê. Xweseriya îdarî, ji tevlîbûna demokratîk û veguherandina hundirîn a civakê zêdetir, xwe dispêre arastekirina derveyî. Di xweseriya îdarî de bi giştî rêxistinbûna cewherî û azadiya civakan bi sînor e. Xweseriya îdarî zêdetir di asta rêveberî û îdarî de dimîne, her wiha yekser bandora îradeya civakî û tevlîbûna demokratîk bi sînor dike. Lewra xweseriya îdarî û xweseriya demokratîk, xwediyê heman têgeh û heman wate nîn in. Xweseriya demokratîk, demokrasiya herêmî ye, lewra qada siyasî ya civaka demokratîk e. Ji ber vê jî xweseriya demokratîk, sepandina raste rast a demokrasiya beşdar e. Yekeyên rêveberiyên cewherî, sazî û meclîsên ku ji dînamîkên hundirîn ên civakê pêk tên, bêyî ku bikevin bin bandora otorîteyeke hiyerarşik, pêvajoyên biryargirtinê yên serbixwe dimeşînin. Lê belê Rêber Apo, pêvajoyên rêveberiya cewherî yên ku zimanê pêşketina hundirîn a sîstema xweseriya demokratîk in, weke organîzmayeke zindî ya civaka dîrokî ya her xwe nû dike, nerm û dînamîk digre dest. Lewra, rêveberiya cewherî sîstemeke ku li gorî xwezaya civakê herikbar e û pêdiviya wê bi kîjan mekanîzmayê hebe, wê ava dike. Ji ber vê yekê rêveberiya cewherî, riyeke vegerandina civakê li xwezaya wê ya rasteqîn e. Ji bo vê pêk bîne jî mekanîzmayeke nerm, dînamîk û li gorî hevsengiya mercên herêmî pêşdixîne. Lewra amûrên heyî bi kêrhatî bin jî ji ber ku nikarin pêdiviya vê pêşwazî bikin, nayên bi karanîn.
Rêveberiya cewherî modeleke îdarî ye, mijareke serwextiya civakî û tevlîbûna pratîkî ye. Heta ku civak fêrî mekanîzmayên tevlîbûna demokrasiya rasterast a rêveberinê nebe û vê neke şiklê jiyanê, nikare ji bandora avaniyên dewletî rizgar bibe. Hinek modelên rêveberiya herêmî yên Ewrûpa, gel teşwîq dike ku zêdetir tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe. Ev jî dihêle ku ji bo pêşketina hişmendiya demokratîk qadeke pratîk ava bibe. Dema rêveberiya cewherî weke hedefa esasî tê diyarkirin ji bo civak bigihîje vê xalê pêwîst e hinek modelên navber werin bi karanîn û ferzkirin. Lê belê ev ne çareseriyên bi encambûyî ne. Ya esas ev e ku ji bo civak hêz, sewextî û îradeya rasterast a rêveberiya cewherî bi dest bixe, vekirina qadeke demokratîk e. Di vir de hevoka bi sêhir, ‘ji civakê re qada demokratîk vekirin’e. Niha Rêber Apo, tenê bi xebata ji civakê re vekirina ‘qadeke azad’ ango bi vekirina ‘riyeke derketinê’ re mijûl dibe. Hem ji bo derbaskirina înkarkeriya hişk, hem jî ji bo ji paradîgmayê re ‘qadekê’ vebike, di nava hewldaneke pir mezin de ye. Bersiva herî watedar a ji pirsa ku dibêje; “Rêber Apo dixwaze çi bike” re, cism û şêweyê wê çi dibe bila bibe, teori û pratîka vekirina qadê ye. Esas pêwîst e mirov bala xwe bide vê derê, fêm bike û temamkerê wê be. Naxwe modelên Ewrûpa yên rêveberiyên herêmî, ne amûrên bi encambûyî ne. Gengaz e ku mirov van modelan referans bigire, li gorî mercên xwe şikil bidê û tevkariyên xweser pêşbixîne. Sîstema rêveberiyê ya di modelên rêvaberiya herêmî ya Ewrûpa de ku tevlîbûna demokratîk esas digre, pêdivêyên rehendî yên civaka xwe bi rêxistin dike û pêşwazî dike, di karên xwe yên civakî û siyasî de pergala xweser û walîtiyê bi hilbijartinê diyar dike, pêwîst e bi pêvajoya vekirina ‘qadê’ re bi yekparebûneke hevseng were pêkanîn.
Rêber Apo, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd qadê vebike, di çarçoveya paradîgmayê de, modelên rêveberiyê yên cihêreng pêşniyar dike. Ya girîng, di nava sîstemê de ji bo civakê vekirina qadeke demokratîk e. Rêya herî girîng a parastina hebûna xwe û mîsogerkirina ewlehiya xwe ev e.
Eşkere ye ku wê sîstemên desthilatdar û dewletî yekser ji holê ranebin. Lê belê rêya herî bingehîn a çareseriyê ev e ku civak, di nava sîstemên heyî de bi hêza xwe ya cewherî ji xwe re qadên demokratîk ava bike. Ev nêzîkatî, dikare weke stratejiya ‘veguherîna hundirîn’ jî were pênasekirin. Her ku qadên demokratîk vebibin, wê civak hêza xwe ya rêveberiyê, rêxistinbûnê, tecrûbeyê û îfadeya wê pêş bixîne, bandora hişmendiya desthilatî û dewletê kêm bike û di encamê de wê karibe sîstema xwe ya rêveberiya alternatîf ava bike. Rêya vegerandina civakê ya xwezaya wê ya rasteqîn, bi demokrasiya beşdarbûnê, bi serwextbûna civakî, bi xwe gihandina rêxistinbûnê, bi bûyîna xwedî tecrûbe, bi pêşketina hevkariya civakî, bi pêkhatina ferdên azad û bi xwe gihandina hêza xwe rêveberinê re pêk tê. Divê pêvajoyên bi vî rengî baş werin nirxandin. Di vir de xala krîtîk ev e: Divê were zanîn ku vekirina qadên demokratîkbûnê nayê wateya rawakirina dewletê. Armanc, ne reformîzekirina dewletê ye, armanca esasî, bi pêşxistina hêza cewherî re, girêdana civakê ya bi dewletê re derbaskirin e. Eger modelên rêveberiyên herêmî yên Ewropa hêz bidin rasterast tevlîbûna civakê û aktîvîteya dewletê sînordar bikin, ji bo vekirina qadên demokratîkbûnê girîng in lê belê armanca esasî, rêveberiya cewherî ya civakê ye.
Rêveberiya cewherî ne têgeheke razber e, berewajî pratîkbûna şênber a civaka demokratîk e. Rêveberiya cewherî, beriya pêkhatina dewletê jî hebû ye. Komên mirovan bi hezaran sal bê dewlet jiya ne û xwe bi rê ve birine. Di roja îro de jî civak bi şiklê klan, qebîle, eşîr, cemaet û hwd. bi rêbaza rêveberiya cewherî xwe bi rê ve dibin. Di vî aliyî de dewlet ne darûrî ye, şikleke rêveberiya dijber a li hemberê rêveberiya cewherî ye. Ji ber vê sedemê rêvebiriya cewherî, perçeyeke jêneger a civaka demokratîk e. Eger rêveberiya cewherî nebe, wê civak tenê bibe amûreke ku tê rêvebirin. Civaka demokratîk, tenê bi rêveberiya cewherî re dikare bibe diyardeyeke ku şêwe dide îradeya xwe, pêdiviyên xwe û pêşeroja xwe. Rêveberiyên cewherî her çiqas weke organîzmayeke zindî hertim di nava guhertin û veguhertinê de bin jî mekanîzmayên wan komîn, meclîs û kongreyên gel in. Lewra ji gund, navçe û bajaran dest pê dike û di bingeh de xwe rêxistin dike.
Pêvajoyên biryargirtinê bi rasterast têvlîbûna gel re tên meşandin. Civaka rêxistinkirî bi rêya komîn, meclîs, koperatîf, akademî û kongreyên gel, jiyanê di warê siyasî, aborî, tenduristî, perwerdehî, çandî, parastina cewherî û xizmetguzarî de organîze dike. Lewra rêveberiya cewherî, ne tenê şikleke rêveberiyê ye, di heman demê de pêvajoyeke ku civak xwe ji serî heta binî hertim rêxistin dike, diguherîne û vedugeherîne. Ji ber vê yekê divê em rêveberiya cewherî, weke halê pêkhatî yê ferseta civaka demokratîk bifikirin.
Rêber Apo, rêveberiya cewherî tenê bi rêveberiyên herêmî re sînordar nake. Ji zemîn dest pê dike û di nava sîstemeke nermtir, ji jêr ve û berfirehtir de dinirxîne. Konfederalîzma demokratîk modeleke ku di navê de rêxistinbûna hundirîn ên saziyên herêmî yên demokratîk, rêveberiyên cewherî, yekîneyên xweser tên parastin û weke tevnekî bi hev ve tên hunandin. Ji ber vê yekê sîstema rêveberiya cewherî tenê xweseriya herêmekî nîn e, civak ji herêmê dest pê dike û di derbarê xwe de dibe xwedî biryar. Rêveberiya cewherî, bi feraseta demokrasiya xwecihî di jêr de rêxistin dibe, her wiha bi îradeya demokrasiya beşdar bi riya komîn, meclîs û rêxistinên bi sazîbûyî ve xwe bi têgeha xweseriya demoratîk îfade dike.
Rêber Apo dibêje ku “eger civak ji rêveberiya cewherî mehrûm bimîne, nikare bibe netew”. Ji ber ku rêveberiya cewherî tenê hebûneke polîtîk nîn e, di heman demê de pêwîstiyeke hebûna civakî ye jî. Eger civakek ji hêza avakirina rêveberiya xwe, ji biryargirtinê û ji şêwedayîna pêşeroja xwe mehrûm bimîne, wê ne tenê ji netewbûyînê, di heman demê de wê ji civakbûyînê jî bêpar bimîne. Di vê mijarê de rewşa Kurdan a raboriyê tê zanîn. Di dîrokê de Kurd ne tenê ji mafê xwe yê netewbûyînê bêpar mane, di heman demê de ji mafê domandina hebûna xwe ya civakî jî mehrûm hatine hiştin. Sedemê vê yên bingehîn, nebûna rêxistinbûna wan a cewherî û bê rêvebir mayîna wan e. Lê belê di roja îro de rewşa gelê Kurd pir cuda ye. Bi saya destkeftiyên polîtîk ên di encama tekoşîneke dijwar de pêk hatine, êdî Kurd ne tenê ji bo netewbûyînê, di heman demê de ber bi bûyîna netewa demokratîk ve xwe rêxistin dikin. Ev rêxistinbûn ne tenê di aliyê nasnameya polîtîk de, li gel vê di warê civakî, aborî, siyasî, parastina cewherî û rêveberiya cewherî de jî şêwe digire.
Civaka demokratîk û hebûna qada siyasî
Pêşniyarên çareseriyê yên xwe dispêrin hişmendiya netew-dewlet û miletperestiya hişk, ji sosyolojiya civaka dîrokî re bersivên guncav pêşnexistine. Çareseriyên miletperest û kulturalîst ji avaniyeke ku civakê li hev bicivîne, wekhevî û pirrengiyê pêş bixîne zêdetir, rê li ber cudaxwazî, dijberkirin, qutipkirin û tehekumê vekirine. Modelên çareseriyê yên bi vî rengî ji ber ku bi baldarî nêzîkê avaniya civakê ya dînamîk, cihêreng û piralî nebûne, bûne çavkaniya krîz, tengavî û pevçûnên siyasî, aborî, civakî û çandî.
Mirov dikare çareserî û pênaseyên nêzîkatiya kulturalîst jî di vê çarçoveyê de bigire dest. Nêzîkatiya kulturalîst, hebûna gelekî ya dîrokî, civakî, aborî, siyasî û cudahiya wê ya avanî, tenê di ser mîrateya wê ya çandî de pênase dike. Nêzîkatiya kulturalîst, pirsgirêka gelekî ya bingehîn bi tenê daxistina mijarên weke nasname, ziman, folklor û mitolojik re, aliyên wê yên dîrokî, civakî, siyasî, aborî, parastina cewherî, rêveberî û dewlemendiyên avanî piştçav kiriye. Li gorî nêrîna kulturalîst a ku çarçoveya wê hatiye xêzkirin, li Tirkiyê pirsgirêka Kurd (ku gelê herî qedîm ê Mezopotamya ye) hatiye çareserkirin. Jixwe AKP û Erdogan hertim dibêjin, “me pirsgirêka Kurd çareser kiriye û pirsgirêk nema ye”. Ev gotin, bingehê xwe dispêre nêrîna kulturalîst a ji heqîqeta civaka dîrokî qutbûyî.
Eger pirsgirêka Kurd bi tenê weke pirsgirêka ziman bê destgirtin, jixwe li Tirkiyê kanaleke tv ya bi navê TRT ŞEŞ û di dersxaneyan de zimanê Kurdî weke derseke vebijêrk heye. Lê belê ew jî xwedî ewlehiya yasayî û zagonî nîn in. Serkeftina ku netew-dewleta Tirk, ev sedsal in bi polîtîkaya înkarker û tekparêz bi dest nexistiye, niha dixwaze bi polîtîkayên kulturalîst bi dest bixe. Polîtîkaya dewleta Tirk a ku rastiya gelê Kurd ji avaniya wê ya civaka dîrokî qut dike û dadixîne mafên çandî, bi nêzîkatiya Rêber Apo ya dawî re têk çûye. Rêber Apo, bi esasî dixwaze gelê Kurd hişiyar bike û li hemberê vê polîtîkayê tedbîran pêş bixîne. Lê belê li Tirkiyeyê akademîsyenên Kurd û Tirk ên ku diviyabû li hemberê vê rewşê hişiyarbûna, hema bêje kor bûne. Divê were zanîn ku mafên gelekî yên dîrokî, civakî, çandî, aborî, polîtîk û rêveberiya cewherî, danakeve çareseriyên bi şiklê nêrîna kulturalîst. Ji ber vê yekê, pêwîste mirov nêrîna kulturalîst rexne bike û ji bandora wê rizgar bibe. Li şûna ku mirov gelekî, civakekî tenê daxîne asta taybetmendiyên çandî, divê bi pirsgirêkên rêveberiya cewherî û bi têkiliyên civakî ve girêdayî binirxîne.
Rêber Apo, di Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk de, li hemberê gelê Kurd pênaseyên lîberal, post modern, nêrînên çînî û weke kêmnetew girtina dest jî di nav de nêzîkatiyên teng, sivik û kulturalîst rexne kiriye, her wiha gotiye ku divê nêzîkatiyeke bi têkiliyên civaka dîrokî ve girêdayî, di warê aborî, sosyolojîk, kolektif, parastina cewherî, xwe bixwe rêvebirin û di nava tevahî dewlemendiyên avanî de were nirxandin.
Tê fêmkirin ku ji ber nêzîkatiya teng, sereser û jiberkirî, Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk baş nehatiye fêmkirin. Rêber Apo, bi awayeke radîkal di hemû rehendan de mafê gelê Kurd rave dike, xalên weke rêzdariya li hemberê nasnameyan û mafê xwe îfadekirina azad, li gel avaniya sosyo-ekonomîk digire dest. Ji bo ku nasname bi awayeke azad bêne îfadekirin û hemû beşên civakê karibin di warê aborî, siyasî, parastina cewherî, rêveberiya cewherî û sazkirina dewlemendiyên avanî de xwe rêxistin bikin, zemîna pêwîst hatiye amadekirin. Bi pêkhatina civaka demokratîk û qada siyasî re vê pêvajoyê kiriye bin temînatê. Lewra gotiye ku di nava avaniya civaka demokratîk de, divê her gel û nasname xwedî pêvajoya azadkirina xwe bin. Rêber Apo, girîngiya mafên çandî weke bingehê demokrasiyê pênase dike. Cudahiya di vê derê de ev e ku mafên çandî weke qada ku civak nasname û azadiyên xwe lê tîne ziman pênase dike. Mafên çandî tenê naskirina nasnameyan nîn in, di heman demê de tê wateya naskirin û temînata mafên civakî, siyasî, dîrokî, aborî, rêveberiya cewherî û parastina cewherî ya di hemû rehendan de.
Rêber Apo dibêje ku di civaka demokratîk de mafê her beşên civakê heye ku di warê sosyo-ekonomîk de û di qada siyasî de xwe bi rê ve bibe. Bi gotineke dîtir, ev mafê xweseriya çandî ya demkratîk e ango şertekî bingehîn ê demokrasiyê ye. Ev jî tê wateya pêşketin, parastin û azadkirina nasnameyan û pêkanîna avaniyên xweser ên demokratîk. Lewra şertê bingehîn ê demokrasiyê, naskirina mafên çandî yê civakan e û di qada siyasî de temsîlkirina van mafan e. Ev jî tê wateya li gel pêkhatina qada siyasî, yekparebûna mafên çandî û xwe bixwe rêvebirinê. Rêber Apo, di deklarasyona Aştî û Civaka Demokratîk de, li hemberê nêrînên kulturalîst tedbîr girtiye, li dijberê piştguhkirina mafên sosyo-ekonomîk û avaniya siyasî ya gelê Kurd derketiye, ji ber vê yekê civaka demokratîk û qada siyasî daye pêş û xwestiye ku ev maf ne tenê di warê çandî de, di heman demê de bi rehendên siyasî û civakî re bêne destgirtin. Weke encam; Rêber Apo, hem nêzîkatiyeke li gorî avaniya dîrokî û sosyolojîk a civakan raber kiriye, hem jî di ser mafên çandî de ji bo azadiyê pêşniyareke çareseriya siyasî peşkeş kiriye.
bêne destgirtin. Weke encam; Rêber Apo, hem nêzîkatiyeke li gorî avaniya dîrokî û sosyolojîk a civakan raber kiriye, hem jî di ser mafên çandî de ji bo azadiyê pêşniyareke çareseriya siyasî peşkeş kiriye.
HAKKI TEKİN.