ÊLIH – Li Taxa Korikê ya Êlihê bi hezaran kes agirê Newrozê pêxistin û azadiya Rêber APO qîriyan.
Pîrozbahiya Newrozê ya ku wê ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk ” bê lidarxistin, li Taxa Korikê bi beşdariya hezaran destpê kir. Newroza ku li qada taxê pêk hat ji aliyê ciwanan ve bi awayekî xurt beşdarbûn çê bû. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Ciwan fedaî Rêber APO ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.
BANGA AVAKIRINA AŞTÎYA BI RÛMET
Girseya gel piştî deqîqeya rêzgirtinê li dora agirê Newrozê rawestiya û sirûda “Çerxa şoreşê” xwendin. Girseya ku li dora agirê Newrozê govend gerand, bi çepik, dirûşme û tilîliyan li ser agir daket. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk li vir axivî û cihê wê ji aliyê qeymeqam ve hat girtin, bal kişand ser dîroka berxwedana gelê bajêr û xwest bi hev re aştiya bi rûmet ava bikin.