Temamiya axaftinê bi vî rengî ye:
“Em di meha Remezan û Newrozê de ne. Her ku diçe cejna Newroz û Remezanê nêzîk dibe. Bi vê wesîleyê ez cejna gelê me pîroz dikim. Serketinê ji wan re dixwazim. Silav û hurmeta xwe ji Rêber Apo re raber dikim. Şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim. Hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Ew ê her tim bibin rêberê têkoşîna me.
Wekî ku hûn jî dizanin Rêber Apo pengaveke dîrokî pêş xist. Rêber Apo, yek di sala 1973’yan de ji bo gelê Kurd û Kurdistanê mudaxaleyeke dîrokî pêş xist. Yek jî îro mudaxaleyeke hîn mezintir û kûrtir pêş dixe. Dema ku Rêber Apo, dest bi têkoşînê kir, gelê Kurd di xewa mirinê de bû. Ji kok, dîrok, nirx û ji her tiştê xwe hatibû qutkirin. Ji ber vê jî ber bi tunebûnê ve diçû. Herkes wisa hesab dikir ku wê careke din Kurd ranebin ser piyan. Rêber Apo, ev yek qebûl nekir. Got, ‘jiyana ku gelê Kurd dikuje nabe jiyan. Jiyanek ji bo gelê Kurd pêwîst e.’ Ji ber vê mudexeleyî dîrokê ku berovajî diçû, kir. Di encama vê de gel rakir ser piyan.
Lewre hemû rê hatibûn girtin. Tenê rêyek ji bo Kurdan mabû. Rêya li dijî dagirkerî û qirkirinê bi çêkan sekinandinê. Wekî din tu rê nemabû. Bi vî şerî têkoşîna çekdarî hat pêşxistin. Gerîla rolekî dîrokî pêk anî. Di encama vê de gelê Kurd, dest bi serhildanan kir û gelê Kurd bû gelê Newrozê. Ev gelê ku ber bi mirinê ve diçû, zindî bû û rabû ser piyan. Ji bo xwe, azadî û demokrasiya xwe têkoşîn pêş xist.
Rêber Apo, dema got ‘me şoreşa vejînê bi ser xist, niha dor têkoşîna rizgarkirina Kurdistan û gelê Kurd e’ ji ber vê jî dest pê kir û xwest têkoşîna ku dimeşîne ji Tevgereke çekdarî derxe û bixe zemîna siyasî. Ku bikaribe têkoşînê li ser zemîna siyasî bi awayekî demokratik pêş bixe. Lewre hemû têkoşîna Rêber Apo û armanca Rêber Apo gelê ku di her şertê de ji bo azadiya xwe têkoşînê dike, pêşxistin bû. Ev çêbibû.
Ji ber vê jî divê rêya siyasî û demokrasiye were pêşxistin. Têkoşîna demokratik û siyasî diviyabû bihata pêşxistin. Çareserî li ser vî esasî bihata pêşxistin. Ji ber vê di sala 1993’yan de agirbest îlan kir. Turgut Ozal jî bersiva vê agirbestê da. Pêvajoyeke ku ji bo demokrasî û siyasetê pêş bikeve, pêş diket. Lê belê ev pêvajo hate sabotekirin. Him çeteyên di nav tevgerê de him jî yên dervayî tevgerê û yên dewletê bi hev re nehîştin ku ev pêvajo pêş bikeve. Di dawiyê de jî Turgut Ozal hate tasfiyekirin.
Lê belê Rêber Apo, di biryara xwe de israr kir. Ji ber vê ev banga ku pêş xist û bi Mehmet Alî Bîrand re hevpeyvîn kiribû û bi Turgut Ozal re dest bi vê pêvajoyê kiribû, dest ji wê berneda. Di sala 1995’an de raporek amade kir û da pêş tevgerê ku kongreya guhertinê di tevgerê de bi pêş bixe. Kongreya 5’emîn hinek guhertin bi pêş xistin. Lê belê guhertinên ku bi pêş xistin, ne wekî daxwaza Rêber Apo pêş ketin. Pir kêm man.
Rêber Apo, piştî kongreyê jî li ser stratejiya ku dixwest bi pêş bixe, guhertin û veguhertinê ku dixwest di tevgerê de pêş bixe israra xwe domand û gavên xwe li ser wê esasê avêtin. Wekî din li Tirkiyeyê Necmeddîn Erbakan, hat li ser desthilatdariyê. Necmeddîn Erbakan ji bo Rêber Apo hinek name şandin. Rêber Apo, bersiva wan nameyan da. Lewre Necmeddîn Erbakan jî dixwest ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dibe ku Turgut Ozal jî Necmeddîn Erbakan jî wek daxwaziya me nedixwestin ku çareserî pêş bixe. Lê belê dizanîbûn ku heger vê pirsgirêkê çareser nekin, wê Tirkiye pirsgirêkên mezin jiyan bike û wê derbe bixwe. Ji bo vê dixwestin bi şeklekî vê pirsgirêkê çareser bikin. Çawa Turgut Ozal hat tasfiyekirin, Necmeddîn Erbakan jî hate tasfiyekirin.
Piştî wê Rêber Apo dîsa di vê pêngav û stratejiyê de karê xwe domand. Di 15’ê Tebaxê 1998’an de Rêber Apo axaftin û nirxandinek kir. Ev karê ku di sala 1993’yan de dest pê kiribû û di 1995’an de pêş xistibû, xwest ku di 1998’an de bigîhîne armancê. Guhertin û veguhertinên ku di tevgerê de bi pêş xistibû, dixwest temam bike. Li ser vê esasê dîsa agirbestek bi pêş xist. Lê belê bersiva ku dan Komploya Navneteweyî bû. Bi vê xwestin ku pêşiya Rêber Apo bigirin. Dîtin ku eger di vê tevgerê de veguhertin bi pêş bikeve êdî nikarin pêşiya tevgerê bigirin û wê tevger mezintir bibe. Ji bo ku ev yek pêş nekeve Komploya Nawneteweyî bi pêş xistin.
Tê zanîn, Rêber Apo dîl hate girtin. Lê belê Rêber Apo, dîsa dest ji armancên xwe berneda. Di şertên pir zor û zehmet de û di nav bêderfetiyan de ew xebatê ku di 1993’yan de dabû destpêkirin, girêdayî şertên Îmraliyê temam kir. Yanî di tevgerê de guhertin û veguhertin, jinûverêxistinkirin temam kir. Li ser vî esasî paradîgmayeke nû pêş xist. Di sala 2005’an de jî temam kir. Got, ‘ez berpirsyariya vê jî digirim ser milên xwe. Li gor vê paradîgmayê di şertên Îmraliyê de kar pêş xist. Xwest ku bi temamî tevger hemû bixe rêya siyasî û demokratîk. Xwest bi rêya demokratik û siyasî, pirsgirêka Kurd çareser bike. Her xwest ku di wir de gavan pêş bixe.
Yê ku nedixwestin pirsgirêka Kurd çareser bibe û her tim şer hebe, ku bikaribin ranta pêş bixin mudexele li ser mudexeleyan pêş xistin. Di sala 2003, 2005, 2009, 2013 û 2015’an de mudaxele pêşxistin ku tevger nekeve paradîgmaya nû. Ji bo ku tevger xwe li gorî paradîgmaya nû birexistin neke û bila bikaribin qirkirin û tasfiyeyê pêş bixin mudaxele kirin. Rêber Apo jî dev ji vê berneda. Lewre armanca Rêber Apo gelê ku di her şertê de ji bo azadiya xwe têkoşîn dike, pêşxistin bû. Di wir de encam wergirtibû.
Ji ber vê got, ‘serdema gelan êdî dest pê dike û serdema partîbûnê xilas bû. PKK’ê rola xwe ya dîrokî pêk anîbû. Pêşiya asîmîlasyon û qirkirinê girtibû. Gelê Kurd rakiribû ser piyan û zindî kiribû. Gelê Kurd kiribû evîndarê azadî û demokrasiyê. Ji ber vê tişta ku partî bikira, temam bibû. Êdî pêwîstî bi serdema gelan hebû. Ji ber vê paradîgma guhertibû, xwest ku civakê birexistin bike û civaka birêxistinkirî bi pêş bixe. Dixwest vîna gel pêş bixe, ku bikaribe azadiya gel pêk bîne.
Dewleta Tirkiyê û hevalbendên wî yên çi lingên wan ên li Kurdistanê bin, çi jî yên li derve bin, NATO û pergala modernîteya kapîtalist her tim pişt dewleta Tirkiyeyê sekînin. Li pişt siyaset û zihniyeta înkar û îmhayê sekînin. Ji bo vê dewleta Tirkiyê xwest ku encam wergire. Tevgerê tasfiyê bike û qirkirina Kurd jî temam bike. Wisa fêm kir ku Rêber Apo dîl hatiye girtin û vê tevgerê derb xwariye. Heger biçe ser, wê tevger nikare him di paradîgmaya nû de xwe cih bi cih bike him jî li ser wî esasî têkoşînê pêş bixe. Dikare derbên mezin lêxe û armanca xwe pêk bîne. Ji bo vê hemû derfetên xwe li hûndir û derve li ser vî esasî pêş xist.
Tê zanîn siyasetek û bernameyek pêş xistin. Gotin, em ê çokên van deynîn. Yanî em ê îradeya van bişkînin, tesfîye bikin û qirkirina Kurd jî temam bikin. Li ser vî esasî bi salan kar kirin. Bi taybet jî piştî 15’ê Sibatê û şûnde ev yek pêş xistin. Wisa hesab dikirin ku wê encam wergirin. Lê belê encam wernegirtin. Çiqas xwestin PKK’ê tasfiye bikin û qirkirina Kurd temam bikin jî, siyaseta wan encam neda. Siyaseta wan a tasfiye û qirkirinê vala derket û pûç bû. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir cidî rû dan. Hîn jî wan pirsgirêkan jiyan dikin. Li gel vê yekê jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi giranî li Rojhilata Navîn pêş ket. Bû navenda vî şerî.
Li Rojhilata Navîn tê zanîn bi Şerê Cihanê yê Yêkemîn û Duyemîn rolek dabûn Tirkiye û Îranê û wan jî rola xwe lîst. Rola wan pêşxistina netewedewletê ya li Rojhilata Navîn bû. Di bin wê tifaqê de Îngîlîz-Fransiyan li Rojhilata Navîn Sykes-Pîcot bi pêş xistin. Bi vê Rojhilata Navîn rêxistin kiribûn. Pergala modernîteya kapîtalîst jî li ser vî esasî hatibû rêxistinkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ew rêxistina Rojhilata Navîn yanî Sykes-Pîcot ji holê rakir. Netewdewlet têk çûn. Rewşeke nû li Rojhilata Navîn derket pêş. Li Rojhilata Navîn guhertineke bingehîn bi pêş ket. Di encamê wê de rola Îran û Tirkiyeyê wekî berê nema. Lewre di Şerê Cihanê yê Yekemîn de dewleta Tirkiyeyê şah hatibû pêşxistin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Îsraîl hatibû pêşxistin. Şerê Cihanê yê Sêyemîn jî hegemonyeya Îsraîl a li Rojhilata Navîn pêş ket. Ji bo vê ew rola ku Tirkiyê û Îsraîl dilîst, êdî ket destê Îsraîlê. Îsraîl li Rojhilata Navîn wê rolê dilîze.
Ji bo vê Tirkiyeyê jî Îran jî derbeke mezin xwar. Lewre yê ku netew-dewlet pêşdixistin ew bûn. Netew-dewlet li Rojhilatê Navîn têk diçûn. Ji ber vê him ji bo Îranê him ji bo Tirkiyê xetereyekê mezin derdiket pêş. Pirsgirekê Tirkiyeyê jî gelek pêşketibûn. Ji ber vê Tirkiyê dît ku xetereyekî mezin ji bo wan pêş dikeve. Tirsên hegemonya Îsraîl şerê li Rojhilata Navîn çêdibe. Wisa hesab kirin ku di vî şerî de Kurd wê gelek qezenc bikin. Ji bo ku Kurd qezenc nekin û ji bo ku Kurd xetereyên mezin bi wan nedin jiyandin, yek jî ji bo ku bikaribin xwe ji rewşa nebaş derxin û dervayî Kurdan ê ku li wan re alîkariyê bike nemabû. Vê dîtîn. Xwestin ku him pêşiya xetereya Kurd bigirin. Him jî xwestin bi alîkariya Kurdan bikaribin xwe ji rewşa zor û zehmet derxin. Wekî din dîtîn ku ji bo wan tu rê nemaye. Yan wê Kurdan re peywendiya xwe pêşbixin û alîkariyê ji wan bigirin, yan jî derbên mezin bixwin.
Ji bo vê dewlet Bahçelî li Meclîsa Tirkiyê çû gel Dem Partî. Ew pêngav avêtin. Dixwestin ku PKK’ê ji holê rakin, qirkirina Kurd temam bikin. Ji bo vê jî esas li ser Rêber Apo disekînin. Eger ku Rêber Apo were bêtesîrkirin, wê wextê dikarin encam werbigrin. Ji bo vê Suleyman Soylu digot, heta salekê kesekî navê Rêber Apo navê PKK’ê neaxive. Yanî wî digot van navan ji holê rabibin. Feqet ew pêşketinên ku li Rojhilata Navîn çêbû, guhertinê ku çêbû, pirsgirêkê ku Tirkiye jiyan dikir neçar kir ku biçin ber lingê Rêber Apo. Dixwestin Rêber Apo bêtesîr bikin, mecbûrî Rêber Apo bûn, mecbûrî Kurdan bûn. Êdî destpêkirin ku Rêber Apo û Kurdan qebûl bikin.
Wê ev guhertin pêş bikeve. Armancên wan çiye, ji bo me zêde ne girîng e. Feqet guhertinê ku çêdibe, pêşketinê ku çêdibe, pêngavên ku li ser vî esasî tên avêtin mirov divê bibîne û fêm bike. Ji ber ku eger Rêber Apo ew pêngava aştî û civaka demokratîk pêş xist, di van şertan de pêş xist. Ji ber ku Rêber Apo dît ku eger di van şertan de însiyatîfê werbigire destê xwe, vê pêngavê pêş bixe dikare encamê werbigire. Jixwe bi eşkere got ew hêza min heye ku bikaribim vê pêngavê pêş bixim, ew da diyarkirin. Tîşta ku dixwest di 93’an de pêş bixe ku pêş neket, heta îro di vê de israr kir û Rêber Apo dît ku dikare vê pêk bîne. Ji ber ku şert gelek hatin guhertin, dikare hedef û armancê xwe pêk bîne. Hedef û armancê xwe çawa da diyarkirin? Got pêşxistina aştî û civaka demokratîk. Ji ber ku Rêber Apo gotibû serdema partiya xilas bû, serdema gelan destpê kir. Wî jî xwest ku Kurd civaka xwe xurt bikin, rêxistin bikin û pêş bixin.
Ev pêngava ku dayî diyar kirin, daxuyaniya ku dayî, bangê ku kirin li ser vî esasî pêş ket. Ne ku bi dewletê Tirk re rûnişt, bazar kir û di encama wê de ev pêngavê avêt. Ev tevger tevgereke îradeyê ye, hê di destpêkê de wextê ku îmkan nebû, zehmetî hebû, siyaseta dewleta Tirk a qirkirinê dimeşiya, hema hema Kurd hatibûn ber mirinê, Rêber Apo di van şertan de mudaxaleyeke dîrokî bi pêş xist. Yanî ji destpêkê heta niha bi îrade ev tevger û têkoşîn meşand. Ne li ser tiştên amade, ne li ser tifaqan tevger bi pêş xist. Rêber Apo bi xwe bawer dike û bi îradeya xwe bawer dike, bi hevalên xwe bi gelê xwe bawer dike. Xwe baş perwerde kiriye, li ser vî esasî van gavan diavêje.
Bi gavê ku avêtî dixwaze dewletê Tirkiye mecbûr bike ku ew jî gavan biavêje. Yani demokratîk siyasetê pêş bixe, bi gel re pêş bixe, bi gel re bike îrade ku ew gel bi xwe bin, bikaribin qedera xwe wergirin destê xwe. Hedef û armanca pêngava ku Rêber Apo pêş xist ev e. Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji zemîne şer derxe. Ji ber ku di zemînê şer de tiştên ku çêbûn çêbûne, tiştên ku mane divê êdî bê şer were çareserkirin. Tevger û gel hatiye wê astê.
Ya din ji li ser şerê Kurdistan di nav Kurdan de, di nav Tirkiyeyê de û di sehayê Rojhilata Navîn û navneteweyî de gelek qewet, partî, şexs û siyaset hene ku feyde ji vê şerê digrin. Hem jî xwe dewlemend dikin, dixwazin ev şer berdewam bike. Naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya hiqûqî û siyasî çareser bibe. Eger çareser bibe nanê wan wê ji dest wan biçe. Ji ber vê yekê her tim sabote dikin. Rêber Apo jî dixwaze nanê wan ji dest wan werbigire. Ev pêngavê ku Rêber Apo pêş xist yek ji armanca xwe ev e.
Ya din jî reel sosyalîzîm hebû, gelek rêxistin, qewet heta hinek dewlet qeweta xwe ji reel sosyalîzmê wergirtibûn, xwe rêxistin kiribûn û xwe dimeşandin. Wextê ku reel sosyalîzîm têk çû, belav bû ew partiyên girêdayî reel sosyalîzmê, ew dewletên ku li gor wê çêbûn yek bi yek belav bûn û çûn. PKK’ê jî di şertê sedsala bîstan de çêbû, di bin tesîrê reel sosyalîzmê de çêbû, tenê PKK li ser lingan ma, yên din hemû tasfiye bûn. Çima PKK tenê li ser piya ma? Ew jî girêdayî heqîqeta Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo ji destpêkê heta îro guhertin, veguhertinê, ji nû ve xwe rêxistinkirinê esas wergirt. Tu caran xwe di hinek cihan de girê nade. Her tim di aliyê felsefe û îdeolojiyê de, di aliyê rêxistin û têkoşînê de xetekî serbixwe dimeşîne û tu caran tiştê ku pêşxistî temam nabîne, baş nabîne, kêm dibîne û zêdetir dixwaze yê baş, yê xweş pêş bixe. Ev yek tevgerê her tim zindî dike, nû dike, pêş dixe, bi ser dixe.
Eger ku hinde hicûm ser tevgerê çêbûne, komplo pêş ketine ku encam wernegirtinê ev girêdayî vê heqîqetê ye. Ev karekterên Rêber Apo ye. Her tim pêşketin û serkeftinê bi xwe esas werdigire. Armancê wî azadî û demokrasî ye. Tiştê ku xizmetê armancê neke, paqij dike ji holê radike. Her tim tiştê ku xizmetê armanca wî bike esas werdigire û pêş dixe. PKK’ê jî tiştê ku Rêber Apo pêk anî, esas digre. Eger ku hemû rêxistin û dewletê ku di hawirdorê reel sosyalîzmê de çêbû tesfiye bû û PKK tesfiye nebû ev girêdayî vê rastiyê ye. Ev tevger bi partiyê destpê kir, armanca wê ew bû ku di hemû şertan de ji bo azadiya xwe têkoşîn bike û pêş bixe. Ev di 93’an de çêbû. Têkoşîna ku Rêber Apo ji 93’an ve dimeşîne bi temamî ji bo pêşxistina civaka demokratîk e, li ser vî esasî têkoşînê dimeşîne. Paradîgmayê ku li wê derê destpê kir û li Îmraliyê temam kir jî, li ser vî esasî ye. Lê ew paradîgma me tam ci bi cî nekir. Çima? Ji ber ku gelek mudaxile çêbûn, nehiştin ku ew pêk werin, nehiştin ku em tam li gorî wê paradîgmayê kar bikin.
Kêmasiyên me jî çêbûn, ji vir jî feyde dîtin. Ji ber vê ev pêvajo ev qas dirêj kir. Niha Rêber Apo biryarekî dîrokî da û mudaxileyek dîrokî pêş dixe. Biryar daye ku tevgerê bi temamî bixe paradîgmayê nû. Yanî paradîgmayê nû li ser azadiya jin, ekolojî û civakek demokratîk pêş xistine. Dixwazê vê bi temamî ci bi cî bike. Ew pêngavê ku destpê kirî, li ser vê esasî ye. Paradîgma jî çi dixwaze? Civakê azad dixwaze. Li ser vê esasî xwişk-biratî û aştiyê dixwaze. Vaye pêngavê ku pêş xistî, li ser vê esasî tê pêşxistin. Niha tevger her ku çû ji çarçoveyê Kurdistanê derket, di sehaya navneteweyî de êdî bûye hêvî. Ev çi îfade dike? Kûrbûn, mezinbûn, firehbûnê, pêşketina vê tevgerê îfade dike. Êdî di vê aliyê de jî mirov nikare bi partîyekî vê têkoşînê pêş bixe û bigihîne hedefê.
Ji ber ku partî êdî rola xwe temam kir û pêk anî. Êdî ji pêvajoya ku pêş dikeve re jî nikare bibe, bersiv teng dimîne. Ji bo vê Rêber Apo li gor vê guhertin û pêşketinê di aliyê rêxistinî û têkoşînê de jî guhertinekî pêş dixe. Em dev ji îdeolojiya xwe, felsefa xwe bernadin. Em dev ji paradîgmaya xwe bernadin. Em van di aliyê rêxistinî û têkoşînê de çawa pêk bînin? Guhertin û veguhertinê ku em pêş dixin li ser vî esasî ye. Yanî li ser vî esasî tevgerê Apoyî nûka xwe rêxistin dike. Tiştê ku tê pêşxistin bi temamî li ser vî esasî ye.
Ji bo gelê Kurdistanê jî û ji bo mirovahiyê jî gelek xizmet kir. Dibe ku hinek îro vê yekê înkar dikin, hicûmê vê dikin, heta hinek dibêjin PKK êdî xitimî, tiştê ku bike nikare bike û rê hemû li pêşiya wê hate girtin, tenê rêyek ma ku teslîm bibe. Ji bo Rêber Apo jî, ji bo PKK jî vê dibêjin. Ew heqeret dikin, yên bê wîjdan dikarin van axaftinan bikin. Yek jî yên ku sond xwarine her tim ji bo Rêber Apo, ji bo tevgerê Apoyî dijminahiyê bike vê yekê dibêje. Hinek hene hê di destpêkê vê tevgerê de heta îro dijminahiya Rêber Apo û PKK’ê dikin. Wê niha jî bikin. Ji bo vê lazim e gelê me wateyê bide vê. Niha yên ku vê dibêjin weke min gotî yên ku ji bo dijminahiya vê tevgerê sond xwarine ne. Ya din jî yên ku van axaftinê beredayî dikin lewaz ketine, bêçare ne, xitimî ne, di nav talûkeyên mezin de dijîn. Ji bo vê van axaftinan dikin. Ji bo ku her kesî bixapînin, lewaztiyên xwe veşêrin û xwe xort bidin diyarkirin van axaftinan dikin. Yanî şarekî taybet û psîkolojiiyek li dijî Rêber Apo û li dijî vê tevgerê dimeşînin. Vê yekê tenê îro nameşînin, ji destpêka vê tevgerê heta îro dimeşînin. Dibe ku bi gelek şeklan vê dimeşînin, dibe ku vê yekê îro di astê bilind de dimeşinin, dibêjin PKK çi kir ji bo Kurdan tiştek nekir.
Hinek jî dibêjin, êdî tişta ku PKK bike nema hemû rê hatin girtin, ji bo vê lazim e teslîm bibe. PKK karê pir mezin pêş xist. Pêşiya siyaseta îmha û înkarê girt, pêşiya asîmîlasyonê girt, rê li ber Kurdên di xewê mirinê de ber bi mirinê ve diçû girt. Gelê Kurd rakir ser piyan, zindî kir, gelekî ku aşiqê azadî û demokrasiyê ye, di her şertê de ji têkoşîn dike, xwedî li xwe derdikeve pêş xist. Siyaseta demokratîk pêş xist, rêya wê vekir. Rêya aştî û çareseriyê vekir û pêş xist. Ji bo Kurdan nasnameyek çêkir, ji bo Kurdan yekîtiya Kurd pêş xist, şoreşa demokratîk pêş xist, di zihniyet, kesayet û jiyana Kurd de guhertin çêkir. Şoreşa jin pêş xist. Di her aliyê de tiştê ku ji dest Kurdan hatibû wergirtin bi Kurdan da qezenckirin. Kurdekî ku tê qebûlkirin pêş xist. Îro li cîhanê Kurd bûye mînak, tu kes nikare bê Kurdan siyasetê bike. Kurd gihandin vê astê. Niha jî ji bo ku pirsgirêka azad û demokrasiyê çareser bike têkoşînê dike. Rêber Apo pêngava vê îlan kir û pêş dixe.
Ji bo gelê Kurd li cîhanê wekî min gotî xurmetekî mezin çêbû. Qewetê azadî û demokrasiyê yê dinyayê îro jinên Kurd, gelê Kurd, Rêberê Kurd Rêber Apo û paradîgmayê wî ji xwe re esas werdigrin. Niha Rêber Apo dixwaze ew tesîrê reel sosyalîzmê jî di tevgerê de paqij bike. Yek sedema destpêkirina vê pêngavê jî ji ber vê ye. Çawa ku dixwaze pirsgirêka gel û gelan çareser bike, dixwaze pirsgirêkê sosyalîzmê jî çareser bike. Ji bo vê pêngavê ku da pêşxistin pêngavekî mezin e, pêngavekî dîrokî ye. Wextê ku Rêber Apo qerer da pêngavê aştî û civakê demokratîk pêş bixe, gelek kes xwestin pêşiya wî bigrin ku Rêber Apo vê pêngavê îlan neke. Berê ku îlan bike gelek sobote pêş xistin. Girtin, qeyûm, heqeret, hicûm yanî di her aliyê de hicûmên xwe mezin kirin. Xwestin ku bi vê re bertekê çêbikin ku ev pêngav neyê îlankirin. Ji ber ku pêngavê ku îlan bibe li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî wê gelek guhertinan pêş bixe. Nexwestin ku ev guhertin pêş bikevin. Nexwestin civak pêş bikeve, demokrasî û azadî pêş bikeve, aşitî pêş bikeve. Ji ber ku ji şer rantê werdigrin, feqet Rêber Apo fêm dikir çima van tiştan dikin, armanca wan didît û ji ber vê bi qerer û cesaret dîsa jî ev pêngav îlan kir. Ev çi îfade dike? Heqîqetê Rêber Apo, heqîqetê xeta Rêber Apo, paradîgmaya Rêber Apo bi ser ketiye vê îfade dike.
Êdî kes nikare li pêşiya Rêber Apo bisekine, li pêşiya vê pêngavê, li pêşiya paradîgmayê ku Rêber Apo dixwaze ci bi cî bike bisekinin. Dibe ku di vê de jî gelek saboteyê bikin. Wê bixwazin ku ev pêngav pêş nekeve, encam nede ku Rêber Apo xwe bi tenê bihêle. Heta di nava tevger û gel de ji bo li dijî Rêber Apo bertekê çêbikin, baweriya ku bi Rêber Apo heyî lewaz bikin, heta xira bikin. Lazim e gelê me vê bizabine. Çawa ku ew dixwazin vê sabote bikin ku bikaribin dîsa rant qezenc bikin, divê gelê me jî, dostên me jî yên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, yên ku ji bo sosyalîzmê kar dikin jî xwedî li Rêber Apo û li pêngavê ku Rêber Apo pêş xistî derkevin. Lazim e li dora Rêber Apo kom bibin.
Rêber Apo berpirsyartiyekî dîrokî û giran da ser milê xwe û vê jî bi eşkere îlan kir. Lazim e her kesek jî xwe bike şirîkê vê berpirsyartiyê. Vê berpirsyariyê di aliyê xwe de rake û pêk bîne. Çawa Rêber Apo pêşengiya vê pêngavê kir, lazim e her kesek jî di vê pêngavê de cih bigre û pêşengiyê ji bo vê pêngavê bike. Avakirina civaka demokratîk û aştiyê ji bo xwe bikin armanc û her tim li ser vê armancê kar bikin.
Eger wisa xwedî lê derkeve û kar bike, sabote çiqas jî hebin encam nagrin. Gelê me yê Tirkiye, gelê ku li Tirkiye jiyan dikin, tevahî wê encamên mezin werbigirin. Eger li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş bikeve, pirsgirêkê Kurd jî di nav de hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê wê çareser bibin. Ev wê tesîrekî mezin li ser Rojhilatê Navîn çêbike, li Rojhilata Navîn jî wê demokratîkbûn pêş bikeve. Neteweyên demokratîk, xwişk-biratiya gelan, hevkariya gelan û edalet pêş bikeve.
Ji niha ve jî tesîra wê li ser Sûriyeyê çêdibe. Vaye em dibînin niha li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriye û hikûmeta Şamê tifaqê pêş xist. Ev destpêkek baş e. Ev li ser çi çêbûn, li ser têkoşînê gelê Rojhilatê Bakurê Sûriyeyê çêbû. Bi rastî bi qehremanî şer kirin, têkoşîn kirin. Di encama wê de ev pêş ket. Ji bo vê ez gelê Rojhilat ê Bakurê Sûriye tevahî silav dikim û hurmeta xwe diyar dikim. Ew gavê ku hatî avêtin dixwazin ku têkoşîna ku hinde sala pêş xistî, berdêl û êşen giran jiyan kirî bigihînin astekî nû, dixwazin li ser vî esasî siyasetê demokratîk, neteweyê demokratîk, Sûriyeyekî nû ava bikin. Ji bo vê ev pêngav xizmeta vî dike baş e.
Eger ku pêngava ku Rêber Apo pêşxistî, bangê ku kirî li Tirkiye pêş bikeve, wê tesîra xwe hê mezintir li ser Rojhilatê Navîn çêbike. Heta li ser mirovahiiyê jî tesîrek çêbike. Vaye yên ku aştiyê dixwazin, yên ku demokratîkbûn û aştiyê dixwazin, yên ku têkoşîna sosyalîzm û edaletê dimeşînin, Rêber Apo pêngavê vê pêş xist û da destê her kesekî. Lazim e her kesek, di vir de cih bigre û wezîfeya xwe pêk bîne. Ji bo vê wê çawa pêşengî vê pêngavê re bikin, wê çawa demokrasî, azadî û aştiyê ava bikin, lazim e her kes li ser vê bisekine û kar bike.
Di vir de rola jin, rola ciwanan rolekî sereke ye. Tevgerê jin çi got? Got pêngavê ku Rêber Apo pêş xist, ji bo me ronesans e. Tevgerê me jî çi îfade kir? Got ji bo me manîfestoya sedsala 21’ê ye. Vê tevgerê yek destpêkê manîfesto pêş xist, yek jî niha manîfestoyekî pêş dixe. A ku ji jin tê xwestin, ji ciwanan tê xwestin ew e ku pêşengiya vê bikin û di pratîkê de civaka demokratîk pêk bînin. Paradîgmayê ku Rêber Apo pêş xist, paradîgmayê jinê azad, ekolojîk û civaka demokratîk e. Lazim e pêkanîna vê bikin erkekî stratejîk. Jin jî ciwan jî ev yek îlan kirin. Ez wan jî bi vê munasebetê pîroz dikim. Lazim e, Elewî jî bizanin ku di pêngavê de yek ji qewetê esas ew in. Di vê pêngavê ku Rêber Apo pêş xist de wê Elewiyan bide jiyankirin. Ji bo vê pêngavê ku Rêber Apo pêş xistî, ji bo tevahî gelan e, ji bo tevahî ol û mezheban e, ji bo tevahî çandan e. Pêngavekî neteweyî û demokratîk e, pêngavekî azadî û demokrasiyê ye, pêngavekî aştî û edaletê ye. Ev ji bo her kesekî ye. Ne tenê ji bo civakê Kurd e. Bi taybet jî ji bo gelê Tirkiyeyê ye, ji bo civakê Tirkiyeyê ye, ji bo rewşenbîrên Tirkiyeyê ye, ji bo siyasetmedarên Tirkiyeyê ye. Wê ev pêngavê bi her kesekî bide qezenckirin, kesê ku winda bike nîne. Ji ber vê lazim e tu kes li hemberî vê pêngavê nesekine. Bi taybet jî muxalefetê Tirkiye, di serî de jî CHP’ê, qewete sosyalîst, qewetê demokratîk lazim e hemû xwedî li vê pêngavê derkevin. Gelê Kurd li gel pêngavê ye, ji mêj ve ji bo vê têdikoşe. Dewletê Tirkiye bi desthilata heyî civakê Tirkiye jehr kir. Lazim e vê jehrê ji civaka Tirkiye paqij bikin. Ew ne tenê wesfa Rêber Apo, tevgerê Apoyî û gelê Kurd e, di esasê de wesfa gelê Tirkiyeyê ye. Wesfa yên ku vî gelî re pêşengiyê dikin, yên ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî, azadî û sosyalîzmê pêş dixin e. Baweriya min ew e ku li ser van esasan van pêngavan pêş bixin.
Niha Rêber Apo bangek jî pêş xist, got lazim e firsendê bidin min, îmkanê bidin min ku ez bikaribim rola xwe bilîzim, bikaribim pêvajoyê bikşînin ser zemînê hiqûqî û siyasî. Got ez dikarim vê pêk bînim. Banga wê jî kir, got PKK xwe fesh bike, tevgerên çekdarî jî dawî bike, ji bo vê got kongre kom bibe û van qereran werbigire. Rêveberiya PKK jî bersiva wê da, eşkere got em amade ne pêngavê ku Rêber Apo pêş xistî û bangê ku kirî pêk bînîn. Got ji bo ku ev pêk bên jî lazim e agirbest çêbibe. Ji ber ku dewletê Tirkiyeyê dest ji şer bernedaye. Her roj teyareyên keşfê digerin, her roj bomberdaman çêdikin, her roj bi teyare, top û tangan lê didin. Di van şertan de kongre komkirin her kesek jî dizane ku ne pêkan e û talûke ye.
Madem ku dewleta Tirkiye ev yek xwest, Rêber Apo jî ev bang kir û got kongre kom bibe û qererê werbigre û tevger û rêveberiya PKK jî bersiva erênî da, wê demê lazim e van şertan pêk bîne. Ku şert pêk bîne wê kongre kom bibe û van qereran pêk bîne. Ev yek jixwe bi eşkere îlan kir. Me hevserokatiyê jî îlan kir, her kesekî vê dizane. Niha di aliyê dewleta Tirkiyeyê de hinek axaftinan dikin, di hinek saziyan, ragihandin û siyasetê de axaftinan dikin. Bi axaftinên ku dikin ku mirov dibîne ku dixwazin aloziyê çêbikin, şelû bikin, mirov vê fêm dike. Ew baweriyê nadin kesî, eger ku di armanca wan de çareserkirina pirsgirêka Kurd heye, dixwazin Tirkiye ji talûkeyê derkeve û bibe Tirkiyekî demokratîk, bibe modelek û rola xwe bilîze, wê demê lazim e dest van axaftinan berdin. Her kesek jî vê dixwaze.
Weke min got, ev pêvajoyek pir hesas e wê wisa bi rehet pêş nekeve. Lazim e gelê me vê bizanibe. Ji bo ku pêngava ku Rêber Apo pêş xist, encam bide lazim e pêngavê ku me ji bo azadiya Rêber Apo pêş xist, xurtir pêş bixin. Lazim e hemû gel û dostên me li ser vî esasî bikeve tevgerê ku bikrabin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêş bixin û pergala ku li Îmraliyê pêş ketiye hilweşînin û tasfiye bikin.
Lazim e di vê pêvajoyê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêş bixin û pergala ku li Îmraliyê pêş ketiye hilweşînin û têk bibin. Ji bo vê lazim e em têkoşînê bilind bikin. A ku ji me hemûyan tê xwestin ev e. Ne tenê li bakur û Tirkiye li hemû beşên Kurdistan, li derveyî welat dostên Kurdan tevahî lazim e li ser vê esasî têbikoşin.
Her kesek lazim e bêje bila Rêber Apo bi fizîkî azad bibe ku bikaribe rola xwe pêk bîne. Pêngavê ku Rêber Apo pêşxist, encax wisa pêş bikeve. Eger ku li ser vî esasî têkoşîn xurt bû, wê demê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe, pergala Îmraliyê têk biçe, ev wê rewşekî nû ji bo gelê me û gelan pêş bixe. Lazim e em hemû li ser vê esasî têkevin têkoşînê. Em di vir de seferberiyê îlan bikin. Lazim e gel û dostên me jî bizanibe ku Rêber Apo ji roja destpêkirî heta îro di bin hemû komployan de, di şertê zor û zehmet de, di nav bê îmkaniyê de her tim ji bo gelê Kurd, gelan û mirovahiyê têkoşîn kir, ji bo xwe rojekî jî jiyan nekir. Jiyana xwe bi temamî ji bo gelan, gelê Kurd û mirovahiyê feda kir. Dixwaze vê têkoşîna xwe bigihîne armancê. Pêngavê ku pêş xistî bi temamî li ser vê esasî ye. Divê em hemû xwedî li vê pêngavê derkevin, em bar bigrin ser milên xwe û li ser Rêber Apo tenê nehêlin. Eger em vî barî bikin barê xwe, pêngavê bikin pêngavê xwe wê demê Rêber Apo wê xurttir vê pêngavê bimeşîne. Di vê pêngavê de gelê Kurd jî, gelê Tirkiye jî, gelê Rojhilatê Navîn jî û mirovahiyê jî qezenc bike. Li ser van esasan ez cejna wê ya Newroz û Remezanê pîroz dikim û silav û hurmeta xwe diyar dikim.”