NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê îmzekirina pêşnûmeya “Danezana destûrî” ya desthilata Şamê de daxuyaniyek da û got, “Ev danezan nûnertiya gelê me temsîl nake û ne jî rastiya nasnameya resen li Sûriyeyê temsîl dike.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî îmzekirina pêşnûmeya “Danezana destûrî” ya desthilata Şamê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Piştî derbasbûna çend mehan di ser hilweşîna rejîma Baas’ê re û kêfxweşiya gelê Sûriyeyê yê ku li dijî vê rejîmê û kiryarên wê yên çewsîner rabûye, îro li Şamê “Danezana destûrî” derket. Bendên wê danezanê bi pîvanên ku hikumeta Baas’ê bi kar dianî, yek in.
Ev yek careke din dûrî rastiya Sûriyeyê û rewşa pirrengiya tê de ye. Her wiha berovajîkirina aktîv a nasnameya niştîmanî û civakî ya Sûriyeyê. Di vê danezanê de tu nîşane û ruhê xelkê Sûriyeyê û pêkhateyên wê ji Kurd heta bi Ereban, Suryanên Asûrî û hwd. Ji pêkhateyên Sûriyeyê, tune ye.
Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ji bo diyarkirina siberojeke demokratîk û beşdariya niştimanî ya Sûriyê ku hevkariyê li welat xurt dike, pêwîstiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiya gelê xwe heye.
Her wiha em diyar dikin ku ev danezan bêyî pîvanên pirrengiya niştîmanî ya Sûriyeyî ye û bêyî beşdariya pêkhateyên niştîmanî ya Sûriyeyê ye, ji ber vê yekê ev danezan careke din “zihniyeta takakesî” ku dirêjkirina rewşa berê ye, îfade dike ku gel li dijî wê rabûye, ye.
Ev danezan nûnertiya gelê me temsîl nake û ne jî rastiya nasnameya resen li Sûriyeyê temsîl dike, ew weke şêwe û çarçoveya “qelsbûna hewldanên pêkanîna demokrasiya rasteqîn li Sûriyeyê ye” û bendên wê jî dûrî Sûriyê û hêviyên gelê wî ye.
Destûra rast ewe ku hemû pêkhate wek rêveçûna demokratîk a mayînde ji bo siberoja Sûriyê û nifşên wê li hev dikin. Em bi hêvî ne ku hin kiryar û fikrên teng me venegerin xala sifrê, ji ber ku ew ê dîsa birîna Sûriyeyê vekirî bimîne.”