NAVENDA NÛÇEYAN- Newrozê duh li Hesekê dest pê kir. Yekemîn agirê Newroza îsal li bajarokê Sifeya hat pêxistin. Di pîrozbahiya ku li ber avahiya Komînê hat lidarxistin de posterên Rêber APO hatin daliqandin.
Girseya gel bi coşeke mezin Newroz li dora agir bi govendê pîroz kir.
Têkildarî mijarê endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê Halîma Îsmaîl ji ajansa me re axivî û banga tevlîbûna Newrozê li ciwanan kir.
Halîma Îsmaîl ku di destpêka axaftina xwe de Newroza hemû gelan pîroz kir û got, “Banga Rêber APO azadî û aştiya hemû gelan e. Divê hemû ciwan û gel bi coşa banga Rêber Apo qadên Newrozê hembêz bikin. Werin em Newrozê bikin roja azadiya gelan.” wî got.