HESEKÊ– Duyemîn agirê Newrozê li Hesekê bi beşdariya şêniyên Efrînê yên ji Şehbayê koçber bûne, hat pêxistin.
Bi sedan şêniyên Efrînê li Qada Panorama hatin cem hev û agir pêxistin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêber APO hatin rakirin. Gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.