HESEKE – Îro danê nîvro bi pêşengtiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ciwan û şêniyên Hesekê helwestê xwe li dijî destûra bingehîn a nû ya hikumeta Şamê nîşan dan.
Bi dehan kes li Parka Çarê Nîsanê li hev kombûn û bi pankart û siloganan destûra nû şermezar kirin û diyar kirin ku ew temsîla wan nake.
Bi pankartê ku ser de “Ez Kurd im, Ereb im, Aşur im, Suryan im, Elewî me” û “Sûriya demokratîk hemû netewan hembêz dike” hatine nivîsandin bertek hatin raber kirin.