QAMIŞLO- Bi pêşengtiya Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ve ji bo şermezarkirina derxistina destûra demkî ya Sûriyeyê bêyî ku mafên gelan û jinan biparêze, komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî elewiyan û ji bo banga garantiya mafên jinan li Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo meşek organîze kir.
Jinên ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Şedadê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan, Mergeda, El Erîşa û bajarokên girêdayî wan ên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên kantona Cizîrê, endamên sazî û rêxistinên jinan, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn.
Meşê ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de jinan sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji destûra ku mafên jin û pêkhateyan tê de tune ne” berz kirin. Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar sekinî û piştî rêzgirtinê axaftinan dest pê kir.
‘JINÊN LI PERAVA SÛRIYEYÊ NE BI TENÊ NE’
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo komkujiyên li dijî elewiyan şermezar kirin û diyar kir ku qada civaka navneteweyî çavê xwe li hember tundî, tecawizkirin û qetilkirina jinan ên li peravên Sûriyeyê girtiye û got: “Em wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cesareta xwe piştgiriya xwe ji bo wan pêşkêş dikin, em ji wan re dibêjin hûn ne bi tenê ne, em li pişta we ne.”
‘DESTÛRA KU JINAN TUNE DIHESIBÎNE, NAYÊ QEBÛLKIRIN
Rîhan Loqo destnîşan kir ku destûr û sîstemên olperest û netewperest ên ku îradeya jinan tune dihesibînin, nayên qebûlkirin û wan temsîl nakin û got: “Rojane dixwazin bi biryarên xwe li ser gelê li Sûriyeyê ferzkirinê pêk bînin, gelê Sûriyeyê bi pêşengiya jin û ciwanan li hember rejîma Baasê serî hilda. Wê têkoşîn û berxwedana me jî li qadên azadiyê heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk bidome.”
‘JIN JI BO MISOGERKIRINA WEKHEVIYÊ HEVKARÊN ESASÎ NE`
Piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho Osê axivî û got jinên Suryan, Kurd û Ereb ji bo avakirina welat, siberoj û misogerkirina wekheviyê hevkarên esasî ne û wiha dewam kir: “Divê di destûrê de mafên hemû pêkhateyên civakê, di pêşî de mafên jinan cih bigirin.”
Piştî axaftinan mîting bi sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Lîlav ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew weke jin û jinên ciwan pêşnûmeya destûra heyî qebûl nakin, destûra heyî li dijî mafên jinan e û li ser vê bingehê li dijî vê yekê ne.
Jina ciwan a bi navê Viyan Hisên a ji Qamişlo jî diyar kir ku destûra heyî ji rejîma Sûriyê ya berê cudatir nîne û kiryarên li dijî jinan berdewam dikin. Hisên diyar kir ku ew destûra ku tê de mafên jinan bên parastin dixwazin.
Lema Mihamed a ji Tilbarekê di axaftina xwe de diyar kir ku di destûra bingehîn a heyî de mafên gelê Kurd û jinan cih nagirin û ew ê weke jinên azad mafên xwe biparêzin.