QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişlo bi daxuyaniyekî destûrnameya nû ya desthilata Şamê şermezar kir û soza tekoşîna ji bo azadiya hemû gelan da.
Ciwanan li Lîstokgeha Şehîdên 12’ê Adarê kombûn û li wir endama Tevgera Ciwanên Şoreşer Henîfe Ehmed Yûsif daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi vî rengî:
“Ji bo gelê welatparêz û gelê Sûriyê
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ê Qamişlo didin diyarkirin ku destûrnameya HTŞ ê ku hatîye parvekirin, li dijî menfeata yekîtiya gelan e. Li diji ruhê peymana ku di navbera QSD’ê û serokomarê demkî yê Sûriyê Ebû Colanî de hatibû imzekirin.
Mekazagona HTŞ’ê parvekiriye tenê xismetî parçekirina gelan, derxistina şerê mezheban, meşrûkirina qirkirina gelê Elewî û feraseta cihadîst a selefî dike. Em vê destûrname şermezar dikin û bi tu awayî wê qebûl nakin.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger didin dîyar kirin ku em li hemberî vê hişmendiyê li kêleka gelê xwe yê Elewî û Durzî ne. Heya mafê tevahî gelan werin naskirin û tevahî gelê Sûriyê were mîsoger kirin û Sûriyekî demokratîk were avakirin, emê ji bo mafên gelan tekoşin bikin. Despêkê şoreşa kû bi pêşengtiya jina tekoşer hatiye pekanîn temînata tevahî gelên Sûriyê ye.
Em wek Ciwanên Şoreşger didin diyarkirin ku, berdelên wê çi dibe bila bibe, şoreş 12 sal e di nava ewqas şerê giran de berxwedaye, 13 hezar şehid dane, ewqas berdelên giran dane û temînata tevahî destkeftiyan, ciwanên vî welatî bi xwe ne. Dijminê gelê me kî dibe bila bibe, navê xwe çi dibe bela bibe, soza me ew e ku emê her demê keleka artêşa gelan QSD’ê cihê xwe bigrin û li hemberî zihniyeta qirker û êrîşkar ê dijminê gelan emê şer bikin.
Ciwan fedayên Rêber APO ne.
Em soza didin ku heya ku em di welatekî azad de bi Rêber APO jiyan bikin, emê bê navber tekoşîna xwe mezin bikin. Ji bo me her der Bendava Tişrîne, her der Qerekozak e.
Bê serok jiyan nabe,
Bijî biratî û yekîtiya gelan,
Bijî berxwedana QSD’ê”