NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi şîara “Hûn çiqas ji min fêm bikin û pêş bikevin ez ewqasî bi we re me” di hejmara nû de li gel we ye.
Di çarçoveya temaya sosyalîzmê de gelek gotar û kategoriyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê û 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber APO hene. Di kovara ku mijara sosyalîzmê de cih digire; Telîmata Rêbertiyê bi Perspektîfên Jinên Ciwan rê û rêbazên xurt ji jinên ciwan re diyar dike ku çawa vê serdema dîrokî bikin sala aştî û azadiyê.
Telîmata Rêber APO ya bi sernavê “Em amade ne ku mirovahiya xwe bi cîhanê re parve bikin, mirovahî bi tevgerên şoreşgerî re” ronîkirin û hişyarkirina jinên ciwan bi Perspektîfa Jinên Ciwan a bi sernavê “Ez wek Sosyalîstek Dijîm” didome.
Di Kategoriya Dosyayê de balê dikişîne ser 4’ê Nîsanê ku “Berxwedana Jinê, Jiyana Sosyalîst û Berxwedana Me Tevan” e, di beşa dosyayê de jî behsa Şehîd Sema Yuce ya ku di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de veguherî pira berxwedanê ya ji agir cîh digre.
Di Kategoriya Jineolojiyê ya Kovara Yurtsever Genç Kadın de gotarên Çîgdem Dogu yên bi sernavê “Çavên ku bi awirê jinê dinêrin rûtîn dişkînin”, di kategoriya îdeolojiyê de jî gotarên Zîn Malatya yên bi sernavê “Sosyalîzm bawerî û hişmendiya çand û hunera çand û hunerê ye” û “Sosyalîzm bawerî û hişmendiya çand û hunerê ya li wir e” hene.
Kovar bi gelek kategoriyên xwe perspektîf pêşkêşî xwendevanên jin ên ciwan dike.