PARÎS – Li ser banga Rêber APO di 27’ê Sibatê de ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya semînerek li dar xistin.
Di semînerê de girîngiya banga Rêber APO ya “Civaka Aştî û Demokrasiyê” hate nirxandin. Her wiha bal hat kişandin ser rola pêşeng a ciwanan a di pêvajoyê de.
Li gorî nirxandinan; Girîngiya gihandina fikir û ramanên Rêber Apo di nava civakan de hate destnîşankirin û hate destnîşankirin ku ciwan beşa herî girîng a ku wê Têkoşîna Azadiyê bigihîne civakan e.