KASSEL – Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi sedan kes tevlî meşa ji bo silavkirina Rêber APO bûn.
Girseya gel li Qada Kasselê li hev civiya û bi posterên Rêber APO û pankarta ku ji aliyê TCŞ Kassel ve hatibû amadekirin û bi nivîsa “Him di şer û hem jî di aştiyê de ciwan fedaî APO ne” meşiyan. Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Be Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan fedaî Reber APO’ne” hatin berzkirin.
Beşdar heta ber avahiya Şaredariya Kasselê ku li vir mîtîngek hat lidarxistin meşiyan. Ji ber ku piştî axaftinan mîtîng bi govendê bi dawî bû, polîsan mudaxale kir.
Polîsan bi îdîaya “alên TCŞ’ê qedexe ne” xwestin van alan desteser bikin. Li hemberî mudaxeleya polîsan gel bertek nîşan da, piştî govendê çalakî bi aramî bi dawî bû. Organîzatorên çalakiyê çalakiya polîsan şermezar kirin û diyar kirin ku ciwanên Kurd bi awayekî aştiyane daxwazên xwe yên demokratîk tînin ziman.