QAMIŞLO – Duh bi şev li Taxa Sûriyan a bajarê Qamişlo cejna Newrozê hat pîroz kirin. Bi dehan şênî û zarokan li hev kombûn û agirê Newrozê pêxistin. Her wiha, li ber agir dîlanên gelerî gerandin. Alên Rêber Apo, alên YPG û her wiha alên Kurdistanî hatin hildan.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê gel tax bi tax cejna Newrozê pêşwazî dike heya 21’ê adarê.