QAMIŞLO – Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo daxwaza guhertina destûra bingehîn a ku ji aliyê hikûmeta Şamê hatiyê amadekirin, meşekî girseyî li dar xistin.
Bi sedan şênî, xwendekar û endamên rêxistinên sîvîl beşdarî meşê bûn ku li taxa Kornîşê destpêkir û li ber binayetê Mifoziyê bi dawî bû. Li wir ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêz hat girtin.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê axaftinek hat kirin. Di axaftina xwe de destûra nû şermezar kir û diyar kir ku ew destûr temsîla hemû pêkhateyên Sûriyê nake. Her wiha, Şêxê eşîra Tayê, Hesen Tayê, jî axivî û destnîşan kir ku destûra Sûriya divê were guhertin. Di dawiyê li ser navê Meclisa Sûriyana Sebah Şabo axivî û got ku divê di destûrê nû de ne tenê mafê gelê ereb, lê belê mafê gelê Sûriyan, Kurd, Ermenû hemû gelên Sûriyê were parastin.
Ciwanên ku beşdarî meşê bûn axivîn û qala hedefa vê çalakiyê kirin. Xwendekarê bi navê Rêvan, diyar kir ku destûra ku li Şamê hat amadekirin mafê kurdan naparêze û ne layîkê tekoşîna 14 salan a şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Rojda jî diyar kir ku ew wê destûrê qebûl nakin û ku wê her mafê xwe yê ku bi kurdî biaxivin û kurdî bixwînin biparêzin. Fehed Osman, ji dibistana Şehîd Kemal jî destûra nû şermezar kir.