RIHA – Li navçeya Hewagê di serdegirtina malan de 4 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM’ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Hewag (Bozova) ya Rihayê danê sibehê di serdegirtina malan de 4 ciwan hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bozovayê de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Huseyîn Aslan, Mehmet Çetîntaş, Mûslûm Çakmak û Kemal Çakmak ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.
Sedema binçavkirina ciwana nehat hînbûn.