NAVENDA NÛÇEYAN-NDuh bi şev li gundek Pênciwênê di encama teqîna mayînekê de ciwanek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine standin, duh bi şev li gundê Kuremê ya ser bi bajarokê Nalparêz ya ser bi navçeya Pênciwên ya girêdayî Silêmaniyê, mayînek bi ciwanek ve teqiya.
Hate zanîn ku di encama bûyerê de ciwanê bi navê Dilşad Mehmud yê xelkê gundê Teratewen ya ser bi Pênciwênê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de jî li sînorê Soran mayîn bi welatiyek ku çûbû zozanan ve teqiya bû û jiyana xwe ji dest da bû.
Hêjayî gotinê beşek mezin ya Herêma Kurdistanê bi taybet jî li ser herêmên ser sînor, gelek mayînên berê hatine çandin mane. Ji ber mayînan heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.