HESEKE – Îro li bajarê Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya nêzbûna cejna Newrozê, di navenda xwe de, di bin silogana “Jin, Jiyan, Azadî” çalakiyekî çandî û hunerî li dar xistin.
Di çalakiyê xwe de jinên ciwan ji bo pêşxistin û parastina çand û hûnera jinan bikin xebatên destan amade kirin. Her wiha, wêneyên çar gulên nêrgiz ên ku Rêber Apo diyarî jinan kiriyê hatin belavkirin. Di dawiyê de nivîsên nirxandinên Rêber Apo derbarê azadiya jin bi kurdî û erebî hatin xwendin.