WAN– Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re li seranserê Kurdistanê pîrozbahî berdewam dikin. Gel li ser banga Rêber Apo cejna Newrozê bi coşeke mezin pêşwazî dike.
Bê şik ciwan heyecan û rengekî mezin didin pîrozbahiyên Newrozê. Ciwanên ku bi ruhê APO beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibin, îro li Wanê Cejna Newrozê ya Rêber APO pîroz kirin û bi dirûşmeyên ku berz kirin azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin.
Ciwan bi dirûşmeyên, posterê Rêber APO û pankarta “Ev çiya ruspî ne heyran” ketin qada pîrozbahiyê. Li herêmê ciwanan bi tîpên mezin bi agir APO nivîsandin.