CIZÎRÊ – Yekitiya jinên ciwan li Kantona Cizîrê ji bo ciwanan û Şêniyên navçeya Til Temir û Dirbesiyê şahiya Newrozê organîze kirin.
Li sêgiran a gundê Dirbesiyê û li Til Temirê jinên ciwan hatin cem hev û ji bo gel û bi taybet ciwanên herêmê şahiya Newrozê li dar xistin.
Li her du cihan dirûşmeyên “Bijî Serok APO” hatin qîrîn û alên Rêber APO û alên Yekitiya jinên ciwan hatin hildan û li her du cihan jî heta derengiya êvarê li dora agir govend hat gerandin.
Li Dirbesiyê jî jinên ciwan bi meşale haya cîhe agirê Newrozê meşiyan û ji bo xemilandina meydana newrozê bi agir “newroz” nivîsandin.