NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya salvegera 7’emîn ê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê, ciwanên kurd ên Rojavayê Kurdistanê helwestê xwe li hemberî vê rojê nîşan dan.
Dilşa Şêx Mihemed, xwendekara zanîngeha Şerq ê Reqayê, qala wateya vê rojê ji bo gelê heremê kir û êrîşên dagirkeriyê şermezar kir: “18’ê adarê rojekî reş e ji bo gelê Rojava û bi taybet ji bo gelê Efrînê, roja ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane anî li ser bajarê Efrînê û gelê wê bi zorê koçber kir. Em bang dikin hemû ciwanan, hemû gelê Rojava û Sûriyê ku em dest bidin hev du li keleka xelkê Efrînê bisekinin û em li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.”
Mihemed Efrîn jî da diyar kirin ku rûxmê ku 7 sal li ser vê rojê derbas kirin, girêdanbûna gelê Efrînê bi bajarê xwe kêm nebû û îradeya xwe ji bo vegera Efrîn nîşan da: “18’ê adarê ji bo me gelekî giran e, weke rojekî reş e. Bûn 7 sal ku em ji Efrînê derketin, lê em ji darên xwe yên zeytûnê ji bîr nakin. Em dev ji vegera xwe ya Efrînê bernadin. Rojekî were emê bi tililiyên dayîkan û bi çepikên zarokan emê vegerin Efrînê.”