HESEKE – Îro danê êvarê, bi boneya cejna Newrozê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeleyan heya serê girê Kewkeb ya Heseke meşiyan.
Bi dehan ciwanan bi meşele û alên Ciwanên Şoreşger meşiyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Dema gihêştin serê gir fîşekên hewayî avêtin, slogan gotin û agirê Newrozê pêxistin. Li ser navê Ciwanên Şoreşger ên Heseke Helîme Mihemed axivî û cejna Newrozê li Rêber Apo û gerîlayên serê çiya pîroz kir. Her wiha, banga Rêber Apo yê Aştiyê û Civaka Demokratîk silav kir û hêviyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê salê de diyar kir.
Piştî wî li derdora agir ciwanan bi coş dîlanên gelerî gerandin û heya dawî dirûşmeyan berz kirin.