WAN – Di pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê de posterê mezin ê Rêber APO hat vekirin. Ciwanên Wanê bi pankart û druşmeyan wek “Newroza te Pîroz be Ey Serok APO” “Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok” ve ketin qada Newrozê.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Wanê bi dirûşmên; ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ de hat li darxistin de ji aliyê ciwanan ve posterê mezin ê Rêber APO hat vekirin. Li derdora sîteyê ji bo demeke dirêj posterê Rêber APO hate hildan. Di vê navberê de ji qadê bê navber dirûşmeyên; ‘Biji Serok APO’ hat berzkirin.