HESEKE – Îro li goristana şehîd Dijwar ê li gundewarên Hesekê endamê Hêzên Antî-Teror (HAT) Cengîz Hesekê (Hisên Xelef ) bi merasîmekê hat oxirkirin. Bi sedan gelê welatparêz tevlî merasîmê bû.
Merasîm bî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Piştre li ser navê HAT axaftinek hat kirin. Têde sersaxî ji malbata şehîd Cengîz hat xwestin û qala kesayeta fedakar û pêşeng ê şehîd Cengîz hat kirin. Her wiha, soza berdewamkirina tekoşîna wî ji bo avakirina Kurdistanekî azad hat dayîn. Piştî wê wesîqa şehadetê hat xwendin û radestî malbatê kirin.
Di dawiyê de girseyê gel bi silogana “şehîd namirin” cenaze rakirin û wê di goristanê de veşartin.