VIYANA – Bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Kurdistanî û dostên wan li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo protestokirina dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk meşek li dar xistin.
Çalakiya meşê ya ji aliyê TCŞ, DEMKURD, ADHF, ADIF û ATIF’ê ve li Neûbaugasse destpê kir, li MuseumsQuartier bi dawî bû.
Çalakgeran bi qîrîna dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Kobanê”, “Bijî Rojava” berxwedana gelê Kurd silav kirin.
Li qada çalakiyê jî axaftin hatin kirin. Hat destnîşankirin ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomin û hat xwestin ku ev komkujî bên rawestandin. Her wiha hate diyarkirin ku divê guh bidin peyamên Rêber APO yên aştî û çareseriyê.
Ji pêkhateyên cuda gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û peyamên hevgirtinê dan.