AMED– Li navçeya Peyasê ya Amedê bi sedan kesî bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya DEM’ê Newroz bi meşaleyan pîroz kirin.
Girseya gel beriya pêxistina agirê Newrozê bi meşaleyan û posterên Rêber APO meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” berz kirin.
Piştre jî ciwan û gel agir pêxistin û bi gerandina sirûdên şoreşgerî cejna Newrozê pîroz kirin.