NAVENDA NÛÇEYAN- Li taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê agirê Newrozê hat vêxistin. Agirê Newrozê ji aliyê ciwanan ve hat vêxistin. Ciwanan posterên Rêber Apo hildan û bêyî navber dirûşmeyên “PKK Gele, Gel li Vir e” “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Ciwanên Geverî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” heta qeda Newrozê meşiyan. Girseyê li dora agirê Newrozê û li ber stranan govend gerand.
Li navçeyê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin.