QAMIŞLO- Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûrî û Meclîsa Xwendekaran li Zanîngeha Rojava bi boneya cejna Newrozê şahiyek ji bo xwandekaran li darxist. Bi beşdarbûna sedan xwendekarên fakulteyên zanîngeha Rojava hat li darxistin. Di destpêka şahiyê de deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyên azadiyê hat sekinandin, piştî wê xwendekar agirê newrozê pêxistin.Li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûrî berdevkê Qamişlo Ebdulrehman Elxelîl axivî û wiha destnîşan kir:
“Bi ruhê peyama Rêber Apo di serî de em Newroza 2025 li Rêber Apo û gelê kurd û tevahî xwandekaran pîroz dikin û bi hêviya ku ev Newroz bibe Newroza azadkirina fîzîkî ya Rêber APO.”
Şahiyê bi stranên hunermend û komên mûzîkê berdewam kir. Her wiha bi gerandina govendên Kurdî û folklorî bi dawî bû.