NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hêzên gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
16’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
17’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi bombeyên fosforê, carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
18’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên fosforê, carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;
17 û 18’ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Goşînê 3 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Dêreşê, Heftebax, Deşta Kafya, Mêranê, Girê Mesken 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 5 caran; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
17 û 18’ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Baharê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;
17, 18, 19 û 20’ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Kendekola, Lolan, Goşînê, Şehîd Şerîf 97 caran, li Herêma Garê qadên Heftebax, Mijê, Girgaşê, Dêreşê, Zêvkê, Girê Zengil, Girê Kun 53 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna, Bêşîlî 170 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Baharê 807 caran; bi giştî 1127 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdanên hêzên me yên li hemberî êrîşan;
17’ê Adarê saet di 08:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer bi çekên nîv otomatîk û çekên giran destwerdan hate kirin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker neçar man xwe vekişînin.”