REQA – Di 19’ê Adarê de di pêşengtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de li parêzgeha Reqayê bi pêxistina agirê Newrozê li çiyayên El-Kesrat bi tevlîbûna hemû tevgerên ciwanan şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi meşekê ji rêya sereke ber bi serê çiyê û pêxistina agirê Newrozê ji aliyê endamên Ciwanên Şoreşger û tevgerên din ên ciwanan ve destpê kir.
Beriya ku pîrozbahî dest pê bike, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a parêzgeha Reqayê Letîfe Hesen daxuyaniyek da. Weke ku di daxuyaniyê de hate diyarkirin, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li parêzgeha Reqa û gundewarê wê, em destpêkê li Rêber APO û hemû hevrêyên xwe yên li eniyan şer dikin pîroz dikin. Em hemû şehîdên Newrozê û şehîdên xwe yên qehreman ên ku Newroz veguherandin cejna azadiyê yên weke Kawayê hemdem, Mazlûm Dogan, Ronahî, Sama û Viyanan bi bîr tînin. Çawa ku Rêbertî anî ziman, ger azadî hêsan bûya, Viyan û Ronahî ji bo pêxistina agirê azadiyê bedena xwe neşewitandin. Peyameke xurt e ku em rê nadin kes nasname û çanda me ji me bidizin. Newroz cejna her kesî ye û hêviyên me ji bo paşerojeke baştir ji Sûriyê re diyar dike, paşerojeke ku hemû pêkhateyên wê nas bike û rêzê li cihêrengiya wê bigire. Em îro bi peyama Rêber APO û bersiva wê ya li ser banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk ku Rêber APO di 27’ê Sibata 2025’an de anîbû ziman, Newroza îsal pîroz dikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were em ê tekoşîna xwe bidomînin û hemû jin û ciwan li ser esasê Projeya Neteweya Demokratîk birêxistin bikin, ev jî di encamê de aramiya herêmê, nemirî ji bo şehîdên azadiyê û şîfaya lezgîn ji birîndaran re. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Pîrozbahî bi dîlanên kurdî û erebî û qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO û bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.