KOBANÊ – Li Kobanê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi cilên xwe yên taybet herikîn qadên Newrozê ku bi wêneyên Rêber APO û alên TEV-DEM hatine xemilandin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyan bûne. Pîrozbahiyan bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Axaftin dê werin kirin û çalakiyên çandî û hunerî werin lidarxistin.