AMED – Li Amedê agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin. Nirxandinên Rêber APO ên têkildarî Newrozê, bi sed hezaran kesên li qada Newroza Amedê hate guhdarîkirin
Posterên Rêber APO li qadê tên gerandin û coşa li qadê her ku diçe mezintir dibe.
Pîrozbahiyên bi dirûşmeyên ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ û ‘Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê’ li navçeya Rezan a Amedê dewam dikin. Di pîrozbahiya bi coş a ku bi sed hezaran kes hatin gel hev, agirê Newrozê hat pêxistin.
Ji qada ku coş û kelecan lê kêm nabe timî dirûşmên “Bijî Serok Apo” bilind dibin. Her wiha wêneyên Rêber APO hatin hilgirtin.