ŞENGAL – Gelê Êzidî li navenda bajarê Şengalê amade ye. Ev du rojên bê navber nerazîbûnê xwe li dijî dewleta Iraqê nişan bide. Di şevê 18’ê mehê de ji aliyê artêşa Iraqê 5 şervanên hatine girtin. Di encama êrîşê de 3 ji wan jî birindar bûn. Bi vê provokasiyon dewleta Iraqê dixwaze îradeya gelê Şengal bişkîne. Dewleta Iraqê dixwaze gelê Êzidî ku ji 74 fermanan re derbas kir bê parastin bihêle.
Lê belê piştî ev bûyer gelê Şengal bi hersekê mezin rabûye ser lingan. Di 19ê mehê de bi pêşengtia jin û ciwanan meşekê hat lidarxistin û nêrazîbûnê xwe li hemberî navenda Emîn El-Weteni nîşan dan. Dayikên Êzidî xeta gelê xwe diyar kir : “Heya zarokên me neyên berdan em ê li ser piya bin”.
Di heman demê de fermandariya YBŞ di 20ê mehê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin : “Em vê bûyera ku li ser hêzên me yên YBŞê qewimî bi tundî şermezar dikin û weke hêzekî leşkerî em vê bûyerê qebûl nakin û divê teqez ev hevalên me bêne berdan. Ji bo pirsgirêk mezin nebe pêwîste berdana hevalên me dereng nekeve û bên berdan. Ger bi vî rengî nebe bûyerên ku derkevin dewlet bi xwe jê berpirsyar e”.
Duh jî gelê Şengal berxwedaniya xwe mezin kir. Piştî meşekî li taxa Hey Nesir a li Şengalê, xelkê Şengal tevî dayikên şervanên hatine revandin, li ber avahîya Mûxabarata Iraqê dest bi çalakiya nobetê kir. Kon hate vedan û gel diyar kir ku heya ku zarokên wan nayên berdan wê nobetê wan berdewam bikin.
Endama Yekîtiya Ciwanên Êzîdxan (YCÊ) Hala Şengalî derbarê rewşê dawî de axivî û got : “Li hemberî dijminatîya dewleta iraqê em bêdeng namînin û em ê çalakiya xwe berdewam bikin heta şervanên me yên YBŞ nedinê me. Hedefa dewleta Iraqê ew ê hêzên me yên YBŞ tune bikin ji ber ku hêzekê xwe bi xwe ye, parastina cewherita civaka Êzidî, civaka Şengalê temsîl dike.
Duh şev jî gelê Şengal li ber konê nobetê agirê Newrozê geş kir û siloganan “Bijî berxwedan YBŞ” û “Bimire xiyanet” gotin.