QENDÎL – Bi tevlîbûna hezaran kesan şahiya pîrozbahiya Newroza Qendîlê destpê kir, banga dîrokî ya Rêber APO hate xwendin. Gel bi çepik û dirûşmeyan banga jinûvexwendina Rêber APO ya dîrokî pêşwazî kir.
Qonaxa Newrozê bi wêneyên şehîdan, alên PKK’ê û wêneyên Rêber APO hate xemilandin. Beşdaran bi coş bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de wê peyama KCK’ê hat xwendin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cejna Newrozê pîroz kir û got: “Newroz ji bo gelê Kurdistanê bûye sembola yekîtî, hevgirtin û azadiyê. Gelê Kurd bi Newrozê xwe afirandiye û azad kiriye. Rêya ji şer, zext, talan, kaos û qeyrana modernîteya kapîtalîst derketinê, civaka demokratîke. Êdî divê pergala êşkencê ya Îmraliyê bi dawî bibe, Îmralî ji holê were rakirin, Rêber Apo demek beriya demekê azad bibe. Divê ji bo vê yekê em têkoşînê bilind bikin.”