NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyarkir ku ji bo ku pêvajo berdewam bike divê şert û mercên Rêber APO bên avakirin û got; “Ev pêvajo ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir girînge, Rêber APO vê pêvajoyê pir baldarî digre dest, hemû hewldanên xwe bi vê baldariyê dest digire. Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvînek xwe ya Kanal 8 a Başûrê Kurdistanê re, balkêşa ser pêvajoya ku di navbera dewleta Tirk û Rêber APO de. Karayilan pêvajoyê ji bo Kurdan wek dozeke netewî pênasekir û got ku divê herkes bi vê giringiyê nêzî pêvajoyê bibe.
Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got ku cihê ku lê êriş hebe wê PKK nikaribe kongreya xwe li darbixe, ji bo vê jî divê demildest êriş rawestin.
‘Lêgerîna aştiyê ji salên 1990’î de despikirin’
Karayilan di hevpeyvînê de balkişand ser bangawaziya guhertin û veguhertinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku van hewldan û lêgerînan di salên 1990’î de destpikirine, lê ji ber hin destwerdanên komên veşartî yên di nav dewletê de ev guhertin li gorî dihat xwestin bi encam nebû.
Rola Mam Celal
Karayilan di derbarê mijarê û rola Mam Celal Talabanî ya wê qonaxê de jî wiha got; “Wek tê zanîn di sala 1993’yan de di navbera Turgut Ozal û Rêber Apo de hin peywendî çêbûn. Mam Celal Talabanî jî navbeynakarî dikir. Ez bi vê mebestê Mam Celal Talabanî bi minnetdarî bibîr tînim. Divê bê zanîn ku têkoşîna wî wê tû carî neyê ji bîrkirin. Wek tê zanîn wê demê pêvajo pêşneket. Ji nav dewletê destwerdan çêbûn. Turgut Ozal bi awayek ne aşkere hate kuştin. Dîsa Eşref Bîtlîs bi heman şêwazê hat kuştin. Ji ber wê jî pêvajo berdewam nekir. Di sala 1998’an de jî pêvajoyek hebû, lê li hember vê jî komploya navnetewî pêşket. Di salên 2002’yan de Rêber Apo li Îmraliyê PKK fesihkir. Şer rawestiya. Lê wê demê jî hin kom ji hûndir û derve derketin û xwestin tevgera me tesfiye bikin. Dema ku tiştên wisa çêbûn ji nû ve avakirina PKKê hat rojevê.”
Karayilan di axaftina xwede balkişand ser pêvajoya nû û got ku piştî şerê deh salên dawî ku dewleta Tirk bi hemû derfetan xwest tevgera wan têk bibe, lê dema ku nekarî têk bibe, bi pêşengiya Dewlet Bahçelî xwest pêvajoyek wisa bide dest pêkirin.
Karayilan di derbarê mijarê de wiha axivî; “10 sal bi her rêbazî li hember me şer kirin û her cûre çek bikar anîn. Ji NATO’yê piştevanî girtin, çekên herî modern bi dest xistin û şer kirin. Belê raste me di vî şerî de windahî dan, lê em bin neketin û ne karîn me tesfiye bikin. Vê carê Dewlet Bahçelî li parlemenê çû silav da DEM Partiyê. Piştre di peyamê ku da de, got ku ew ji bo aşitiyê amade ne. Got ku Kurd û Tirk dikarin li hev bên. Herî dawî Rêber Apo bangawazî kir, diyarkir ku eger ku dewlet tiştek wiha dixwaze em jî amade ne ku pêvajoya guhertin û veguhertinê despê bikin.”
Karayilan ji bo ku ji vir û şûn ve jî pêvajo pêş bikeve jî got; “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bikare yekser beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ger ne Rêber Abdullah Ocalan be, dibe ku hin komên gêrîla çekdanînê qebûl nekin û ez bi xwe jî bangek bi wî şeklî li gêrîla nakim. Pêwîste komên gêrîla bi Rêber Apo re hevdîtin bikin
Karayilan di axaftina xwe de got ku ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê qonaxê de rola xwe bilîze divê azad be û wiha berdewam kir; “Em nabêjin bila were Qendîlê, Behdinanê, lê divê azad be û şande biçin hevdîtin bikin. Dikare li ser teknîk jî xebatên xwe bike, civînan çêbike. Dema pêwîst bû divê komên gêrîla biçin werin. Eger ne wisa be wê pêvajo li pêş nekeve. Eger ku Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bi rêve nebe hin fermandar û şervanên me wê qebûl nekin ku çek berdin, tenê Rêber Apo dikare bi wan çek bide berdan. Ji bo wê jî divê azad be.”
Karayilan di hevpeyvaîna xwe de got ku ji bo ku kongra PKK’ê kom bibe divê dewleta Tirk êrişan rawestîne, Hakan Fîdan û Yaşar Gûler roleke xirab dilîzin. Karayilan bal kişand ser axaftin û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Gûler û got ku ev herdû wezîr jî dixwazin pêvajo li pêş nekeve.
Karayilan da zanîn ku bi taybet Yaşar Gûler rastiyan berovajî dike û şerê psîkolojîk dimeşîne û wiha pêde çû; “Yaşar Gûler bi axaftinên xwe pêvajoyê sabote dike. Agahiyên şaş dide raya giştî. Dibe ku heman agahiyan dide rayedarên dewletê jî. Dibêje ku me PKK’ê ji hêz de xistiye, heta tûne kiriye. Ya rast heqîqet berovajiyê van gotinane.
‘Me heya niha 24 SÎHA xistine’
Karayilan got ku hêzên wan heya niha 24 balefirên keşfê yên bi çek û bê mirov xistine û got; “Me dîmenên wan jî bi raya giştî re parve kir. Gel çû li ser parçeyên wan foto kîşandin, eger hûn kêmek rast bi axivin hûnê dîmenên wan balefiran bi raya giştî re parve bikin. Hûn çima derewan dikin. Em gihiştine wê astê ku dikarin heya Enqerê çalakiyên hewayî pêkbînin.”
‘Hêza gêrîla heye ku bi ser bikeve’
Karayilan di derbarê hêza gêrîla de jî got ku ger ku dewlet bi şer ser gêrîla de biçin wê gêrîla şer bike û bi ser bikeve. Karayilan heman demê de got ku gerîla hem ser erd, hem bin erd û hem jî di hewayî de êdî xwedî hêza şerkirinê ye.
Karayilan di hevpeyvîna xwe de cara yekem behsa civîna konseya leşkerî ya HPG ku di meha Çileyê de çêkirine û got; “Me di meha Çileyê de civîna xwe ya konseya leşkerî çêkir. Em gihiştin wê encamê ku em li her derî li gorî doktrîna şer a nû şer bikin. Lê ev berî banga Rêber Apo bû. Lê em bi xeta Rêber Apo ve girêdayîne. Rêber Apo xetekî li pêş dixe, ev xet ne tenê ji bo me ye, ji bo hemû gelê Kurd û herêmê ye û em bi vê ve girêdayîne. Lê ger ku dewleta tirk bi çek bi ser me de were, emê jî li gorî doktrîna şer li berxwe bidin û em bawerin emê bi vê doktrînê jî bi ser bikevin.”
‘Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin’
Karayilan herî dawî balkişand ser giringiya xwedî derketina li pêvajoyê û got ku divê herkes li vê pêvajoyê xwedî derbikeve û erkên xwe bi cih bîne û got; “Ev pêvajo ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir giringe, Rêber Apo vê pêvajoyê pir baldarî digre dest, hemû hewldanên xwe bi vê baldariyê dest digire. Em wek tevger, wek gelê Kurd divê bên gel hev û destê Rêber Apo xurt bikin. Ji bo ku dewleta Tirk serî li fêlbazî û rêbazên xapandinê neke divê em baldarbin. Ev pêvajo ji bo Kurdan xwedî qerekterek netewî, mîliye. Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin.”