HESEKÊ – Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newrozê hatin pêxistin û pîrozbahî hatin lidarxistin.
Li bajarê Hesekê agirê Newroz hat pêxistin û şahî hat lidarxistin. Şêniyên Hesekê bi coşeke mezin û bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” berê xwe da qada Newrozê. Bi gihîştina girseya gel re, agirê Newrozê bi destê malbatên şehîdan hat pêxistin.
Qada Newrozê bi wêneyên û alên Rêber APO hatin xemilandin. Di şahiyan de bi hezaran şêniyên ji hemû beşên civakê û pêkhateyan bi cil û bergên xwe yên folklorî û neteweyî beşdar bûn.
Di axaftinên ku li pîrozbahî hatin kirin de hate destnîşankirin ku Newroza îsal ji bo xurtkirina çareseriya pirsgirêka Kurd û doza gelên Kurdistanê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.