QENDÎL– Li Qendîlê şahiya pîrozkirina Newrozê bi tevlîbûna hezaran kesî û bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Newrozê Rêber Apo Azad dikîn, civakek demokratîk ava dikîn’ ve destpê kir.
Qada Newrozê bi alên PKK’ê û wêneyên Rêber Apo hatin xemilandin û gel bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Apo re qîr kirin.
Destpêkê şahî bi pêxistina agirê Newrozê destpê kir, malbatên şehîdan bi coşek mezin agirê Newrozê pêxist. Piştre peyama Komîteya Amadekar ya Newroza Qendîlê ji aliyê Mihemed Hesen ve hate xwendin.
Komîteya Amadekar a Newroza 2025 Qendîlê ragihand ku niha di çarçoveya sîstema civaka demokratîk û civakîbûnê de destpêka qonaxeke nû ya têkoşînê ye û got: “Garantiya serkeftina vê pêvajoyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr, piştgirî û kombûna me ya li dora vê Peyama Dîrokî ya ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk ve girêdayî ye.”