ŞENGAL= Gelê Şengal bi pêşengtiya ciwanan de îro çalakiya nobetê berdewam kir. Bi dehan kes, ciwanan, dayîk û insanên welatparez li pêşiya avahiya Mixabaratê Iraqê di roja seyemin de nobet girt.
Ber bi êvarê, ji bo pîrozbahiya Newroz, agir hat pêxistin. Dengê Şehîd Zerdeşt hat guhdar kirin û piştre gel ber agir dîlan girt.
Di 18’ê Adarê de artêşa Iraqê bi awayeke pîlankirî kemîn danîbû ber şervanên YBŞ’ê û di encama êrîşê de hin ji wan birîndar 5 şervanên YBŞ’ê ji aliye artêşa ve hatibûn girtin. Ev 3 rojin hemû hewldanên ji bo serbestberdana şervanên YBŞ’ê ji aliye artêşê û hikumeta Iraqê ve bê bersiv hatiye hiştin. Gelê Şengalê jî bi hêrseke mezin li dijî vê êrîşa bêbext rabûye û daxwaza berdana zarokên xwe dike.