STUTTGART – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Esslingen ê bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet li dar xistin.
Kurdistanî li Gara Trenê ya Navendî ya Esslingen hatin cem hev û bi meşaleyan ber bi Keleha Esslingen a dîrokî ve meşiyan. Di meşê de ji bo Rêber APO, girtiyên zindanan, cangoriyên azadiyê û gelê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO” ya bi pankarta “Newroza Rêbertiya Azad Pîroz be” li kolanên Esslindenê deng veda.
Pîrozbahiya ku bi sedan Kurdistanî lê amade bûn, li ber Esslingen Bahnhofê dest pê kir û li Kela Esslingenê bi dawî bû.