EDENE- Li Taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edeneyê, ciwanan beriya pîrozbahiya mezin û navendî ya 23’ê Adarê bê lidarxistin, agirê Newrozê bi govend û dirûşmeyan pêxistin.
Taxa Barbaros bi dirûşmeyên “PKK Gel e, Gel li Vire, Bijî SEROK APO, Bê SEROK Jiyan Nabe, Ciwan Fedayî Rêber APO ne” berz kirin. Pîrozbahiya ku bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan destpê kir, tevî destwerdan û provokasyonên dijmin heta şevê dewam kir. Ciwan. ji bo pîrozbahiya mezin a Newrozê ya 23’ê Adarê jî bangawazî kirin.