ŞENGAL- Li Şengalê piştî berxwedana bi pêşengiya jin û ciwanan, hêzên artêşa Iraqê şev di derdora saet 02.00’an de neçar man ku vekişin. Lê belê ji ber ku hîna şervanên birîndar ên dîlgirtî nehatine berdan, berxwedana gel didome.
Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê dane, di encama berxwedana gel de artêşa Iraqê neçar ma bi Rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên YBŞ’ê re hevdîtinê bike.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Rêveberiya Xweser a Şengalê dane, piştî hevdîtinên ku bi şev hatin kirin, artêşê biryar da ku sewqiyateke leşkerî ya nû li Şengalê neke û hêzên xwe yên heyî jî vekişîne. Li ser vê yekê, çalakiya li ber Midûriyeta Îstixbaratê jî hate bidawîkirin.
Artêşa Iraqê 18’ê Adarê li Taxa Yermuk a Şengalê êrîş pêk anî û di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn û 5 şervan jî dîl hatin girtin. Piştî êrîşê, di 19’ê Adarê de xelkê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan berxwedan dabû destpêkirin.