AMÛDÊ – Ji aliyê Komeleya Alîkariya Newrozê û Meclîsa Malbatên Şehîdan ve ji bo zarokên şehîdên bajarê Amûdê, bi beşdariya welatparêzên li Ewrupa û Komîteya Çapemeniya Tevgera Ciwanên Şoreşger, çalakiyekî alîkariyê hate lidarxistin.
Malbat û zarokên şehîdan beşdarî merasîma ku li Salona Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Amûdê hat lidarxistin bûn. Di destpêkê de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştre li ser navên Ciwanên Şoreşger ên Amûdê axaftinekî hat kirin û tê de diyar kir ku serketina şoreşê bi keda şehîdan hat avakirin. Her wiha, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdên a Amûdê jî axaftinek hat kirin, û cejna Newroz li Rêber Apo, li hemû zarok û malbatên şehîdan û li şervanên di çeperên şer de hat pîroz kirin.
Piştre bi boneya cejnên Newroz û Remezanê cil û berg li zarokan hatin belavkirin. Kesên ku piştgirî dan çalakiyê spasiya Komeleya Alîkariya Newrozê kirin û bal kişandin ser girîngiya alîkariya malbat û zarokên şehîdan di demeke wiha de. Di axaftinan de bang li raya giştî ya welatparêz hate kirin ku piştgiriyê bidin zarokên şehîdan.
Di dawiyê de hunermendên herêmê stranên xwe pêşkêşkirin.