NAVENDA NUÇEYAN– Li paytextê Îngilîstan Londonê, Newroza Ciwanan ya ku her sal ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve tê lidarxistin, îsal jî bi coşeke mezin û tevlîbûna bi sedan Kurdistanî û dostên xwe hate pîrozkirin. Şahî li bînaya KCC’ê hate lidarxistin û bi merasîma rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Piştî merasîma rêzgirtinê gelek caran dirûşmeyên “Şehîd raminin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Eywana şahiyê bi posterên mezin ên Rêber Apo, Zîlan û Mazlûm Dogan û bi alên YPG YPJ, PKK, TCŞ û HPG’ê hate xemilandin.
Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Piştre Hamza Amed li ser navê Meclîsa Gelê Kurd axaftinek kir û ev yek anîn ziman: ‘’Bi milyonan kes dengê xwe digihînin Girava Îmraliyê. Em silavên xwe li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, hevrêyên li zindana li ber xwe didin û berxwedêrên ku li hemberî faşîzmê diqîrin, dikin.’’
Serxwebûn Rihayê jî li ser navê TCŞ’ya Brîtanyayê axivî û silavên xwe li Rêber Apo kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Newroz, paradîgmaya Rêber Apo ye; şoreşa vejînê ye. Weke ciwanên Kurd em dibêjin azadiya Rêber Apo, azadiya me hemûyan e. Heya dabînkirina azadiya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ jî silav dikin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê em pistgiriyeke mezin didin vê bangê û girîng dibînin.’’
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî axaftinek hate kirin û hate destnîşankirin ku Newroz berxwedan e û hate diyarkirin ku mezinkirina pêngava dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariya her kesî ya sereke ye.
Piştî axaftinan hunermend Memozan, Nuarîn û hunermenda Faris Katy û Merwan Şan derketin ser dikê û bi tîlîliyan govend hate gerandin. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em Apocî ne”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gerîla’’ hatin berzkirin.
Şahiya Newrozê heya saetên derengî berdewam kir.