DÊRAZOR – Komîteya Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê li dibistana amadekar a El-Wusta ya bajarokê El-Hermûşiyê çalakiyekî werzîşî ji bo zaokan li dar xist.
Bi hevkariya Komîteyê Perwerde û Kompleksa Perwerdehiyê ya El-Kesra çalakî bi axaftina rêveberiya dibistanê ve bi xêrhatina hemû beşdar û beşdarên çalakiyê hate vekirin.
Piştre ji aliyê rêveberiya komîteya perwerde ve axaftinek hat kirin û spasî ji bo rêveberiya dibistanê, Desteya Ciwan û Werzîşê û Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan kir.
Piştî wê beşdarên çalakiyê bê cudahî hatin hilbijartin. Di çalakiyê de gelek lîstokên biçûk, lîstokên ferdî û komî jî hebûn. Di nava coşeke mezin a temaşevanan de, çalakî bi axaftina hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê bi dawî bû û spasiya amadekarên çalakiyê û hemû beşdaran kir. Amadekarên çalakiyê û hemû beşdar ji aliyê Pirtûkxaneya Çalakiyên Ciwanan û serokatiya hevpar a Desteya Ciwan û Werzîşê ve hatin rêzgirtin.