ŞENGAL- Ciwanên Ereb ên li Şengalê dijîn hatin gel hev û 21’ê Adarê cejna Newrozê pîroz kirin. Ciwanên ku ev demeke li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde kirin û xwe bi rêxistin dikin, diyar kirin ku ew cejna Newrozê li Rêber APO û hemû şehîdên şoreşê pîroz dikin.
Ciwanên hatin gel hev agir pêxistin, dirûşm berz kirin û şahiya xwe bi govendê bi dawî kirin.