NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Yurtsever Gençlikê ya Adar-Nîsanê ya ku bi zimanê Tirkî û Kurdî derdikeve, bi şîara “Dem dema hevdîtina bi Rêbertî re ye” derket.
Kovar di vê hejmarê de bi sernavê “PKK Partiya Newrozê ye” ji Rêber APO rêberiya xwendevanan dike.
Perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di bin sê sernavên cuda de bang li ciwanan dikin.
Di beşa “Şervanên Heqîqetê” de pênc gotarên cuda yên bi Kurdî û Tirkî ji bo têgihîştina rastiya şehîdan wê rêberiya we bikin.
Di beşa “Paradîgma” de; Gotarên bi sernavê “Gelo Têgeha Sosyalîzme tê Çi Wateyê”, “Hêtir Sosyalîzm, Çiqas Azadî” pêşkêşî we dikin.
Di gotarên beşên “Lêkolîn û Analîz” û “Çand û Huner” de agahiyên li ser dîrok û hunerê hene.
Di beşa “Ji Edîtorê” de karîkaturek, “dansina belgefim” û “Bîlançoya çalakiya YCWK’ê ya du mehan” heye.
Hûn dikarin ji navnîşanên jêrîn xwe bigihînin hemû hejmarên kovarê.
https://komalen-ciwan.com
https://t.me/yurtsevergenclik