QAMIŞLO – Bi boneya roja şehîdên enternasyonalîst li bajarê Qamişlo merasîmeke navendî hate lidarxistin. Bi tevlêbûna nêzî 150 kesî, şehîdên Rojava û şehîdên şoreşa cîhanê bi bernameyek hatin bibîranîn. Her wiha fîlma “Lêgerîn – Di Şopa Alîna de” cara yekem li Rojava hat peşandan.
Di 24’ê Adara 2006’an de Şehîd Elefterîa Fortulakî ji bo şermezarkirina girtina Rêber APO xwe şewitand û şehîd bû. Ji ber ku Şehîd Elefterîa Yewnanîyê têkoşîna şoreşgerî ya Yewnanîstan û Kurdistanê bi hev ve girê dide. Di şexsê roja şehadeta Şehîd Elefterîa ew roj weke roja şehîdên enternasyonalîst de hat hilbijartin. Bi şoreşa Rojava, fikrên Rêber APO li hemû cîhanê belav bû. Şoreşgerên ji hemû welatên cuda wê tevlî şoreşê dibin.
Di şexsê Şehîd Lêgerîn Çiya de ku di sala 2018’an de şehîd bû, şehîdên enternasyonalîst hatin bibîranîn. Bi taybet ji ber hewldanên Şehîd Lêgerîn yên avakirina sîstemeke nû ya tenduristiyê de di şoreşê de, navê Şehîd Lêgerîn li Rojava te nasin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên cîhanê bername destpê kir. Axaftina yekem ji aliyê fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ve hat kirin. Nesrîn Ebdullah li ser navê YPJ’ê hemû şehîdên enternasyonalîst bi rêzdarî bi bîr anî û girîngiya tekoşina şehîdên enternasyonalîst anî ziman.
Piştî rêxistina enternasyonalîst a Alman “Malbatên ji bo Aştiyê” silavên xwe ji şoreşê kir, bi taybetî jî silavên malbatên şehîdan ên ji Elmanyayê şandin.
Rêxistina Yekîtiya Şoreşger a Yewnanîstanê anî ziman ku divê hemû cîhanê ji têkoşîna şehîdan fêrbibin û got, “Şehîd Elefteriya û Şehîdên navneteweyî rêberê me yê rêya azadiyê ne.”
Piştre hevalek ji federasyona şer ya birîndar bîranînên dema xwe yên bi Şehîd Lêgerîn Çiya vegot.
Bername bi koroya ku ji pênc hevalên jin ên enternasyonalîst pêk dihat berdewam kir. Stranen bi zimanên cuda, mina Slovakî, Almanî, Kurdî, Îtalî û Îspanyolî hatiye gotin.
Gotina Rêber APO “Têkoşîna aştî û demokrasiyê ji her şerê leşkerî dijwartir e” bi pankarta bi 40 zimanên cuda di nava şanoyê de cihe xwe girt. Beşdaran şanoyê daxuyaniyek dan û banga Rêber APO ya ji bo aştiyê wekî “manîfestoya enternasyonalîsta sedsala 21’an” pênase kirin û wêneyên gelek şehîdên enternasyonalîst bilind kirin.
Piştre filma “Lêgerîn – Di Şopa Alîna de” hat peşandan. Fîlm çîroka jiyana Şehîd Lêgerîn vedigot. Di fîlmê de malbat û hevalên Sehîd Legerîn behsa zarokatiya wê dikin heta ku Sehîd Legerîn têkoşîna azadiyê ya Kurdan nas dike.