REQA – Yekitiya Jinên Ciwan li parêzgeha Reqayê şeveke helbestê di bin diruşmeya “Şaristanî bi ruh û çanda jinê tê avakirin” li baxçeyê şehîd Kerem Şihab li dar xist. Di şevê de saziyên sivîl û leşkerî û endamên tevgera ciwanan amade bûn.
Bi dehan helbestvan û gelek welatî beşdarî ‘Şeva Helbestê’ ya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Helbestvanan jî bi helbestên xwe hesreta xwe ya ji bo welat û welatê xwe anîne ziman.
Şahiyê bi girtina govend, dîlan û siloganan dewam kir. Jinên ciwan timî dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.