ELMANYA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li gelek nuqteyên bajarên Hambûrg, Munster û Stuttgart ên Elmanyayê pankartên bi gotina Rêber APO vekirin. Ciwanan diyar kirin ku armanca wan bi vekirina van pankartan ew e ku fikr û ramanên Rêber APO li civakê belav bikin.
Her wiha di çalakiyê de ciwanan ala Rêber APO û ala PKK’ê vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Naveroka pankartên hatin vekirin wiha ne:
Hambûrg: “Für den Erfolg benötigt man mutige Schritte” (Ji bo serkeftinê gavên wêrek lazim in)
Munster : “Ich bin ein Kämpfer des Friedens” (Ez şervanê aştiyê me)
Stuttgart: “Wir sind Kämpfer der großen Hoffnung” (Em şervanên hêviyên mezin in)
Ciwanan diyar kirin ku ew ê bi çalakiyên bi vî rengî fikrên Rêber APO ji raya giştî re bidin nasîn. Hat diyarkirin ku li bajarên cuda yên Elmanyayê jî çalakiyên bi heman rengî dikarin bên lidarxistin.