ŞENGAL- Ji ber Iraq soza ku dabû Şengaliyan ne girt û şervanên Êzidî berneda, xelkê Şengalê li navenda bajêr careke din meşiyan û diyar kirin, eger şervanên wan neyên berdan ewê çalakiyên xwe berfirehtir bikin.
Îro di saet 15.00’an de li navenda Şengalê li dijî êriş û pêkanînên hikûmeta Sûdanî û artêşa Iraqê meşeke girseyî li navenda Şengalê pêkhat. Meş di pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve pêk hat.
Girseya li ber Meclisa Gel a Şengalê kom bû, heya medreseya ‘Zarîfe Osê’, bi dirûşmeyên, ‘Bijî Berxwedana YBŞ’ê, ‘Bijî edalet, bimre xiyanet’ meşiya. Girseya gel tevî malbatên şervanan banga demildest serbest berdana şervanên YBŞ’ê kirin û ji Iraqê xwestin dawî li pêkanînên xwe yên dijî civaka Êzidî û giştî Şengalê bîne.
Daxuyaniya gel bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiyê û Êzidxanê re destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) Sara Botan ve daxuyanî hate dayîn.
Sara Botan êrişa dijî şervanên YBŞ’ê weke êrişeke namerdane binav kir û got: ‘‘Di 18’ê Adarê de êrişeke na merdane ji aliyê artêşa Iraqê ve li ser hêzên YBŞ’ê hate kirin. Em weke civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê ji roja êrişê heya niha bênavber li ser piyane, ji bo bikarin van pîlan û êrişane vala derbixin.’’
Di dewama axaftina xwede Sara Botan dazanîn şervanên YBŞ’ê wan ji nava pençê qirkirinê rizgarkirine û got: ‘‘Ji wê deme heya niha ev hêz civaka me diparêze. Lê ev hêzên me diparêzin, ji aliye artêşa Iraqê ve weke hêzeke ne rewa tê binavkirin. Lê em weke ciwanên Êzidî û civaka Êzidî bi hemû hêza xwe, li pişt YBŞ’ê ne, bi ev şervanên ku xwedî li me derketine re ne.’’
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’ Bijî Adalet Bimre Xiyanet ‘’ bidawî bû.
Hêjayî bibîrxistinêye îro, Desteya Oldarên Şengalê jî bi daxuyaniyekî êriş û pêkanînên Iraqê şermezar kiribû û xwestibû demildest şervanên YBŞ’ê berde, yan ji her rewşeke neyînî ya rû bide, wê artêşa Iraqê berpirsyar be.