KOBANÊ- Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido îro di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, 2 şano li hola xwe pêşkêş kirin.
Beriya nîşandana şanoyan ji rêveberên Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê Kurdê Xebat axivî û got: “Dema ku em behsa Roja Şanoyê dikin, berxwedan û têkoşîn tê bîra mirov. Şanoyê cihê wê di nava civakê de heye, şano nêzîkî giyan û dilê civakê ye. Ji ber vê yekê cihê ku şano lê zindî be, ev civak jî zindî ye.”
Piştî axaftinê sînevîzyonek hat pêşandan û dûre jî her du şano hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya bernameyê de xelat li şanogeran hatin belavkirin.